Fîrdevs Babat a hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîr anîn

Fîrdevs Babat ku ji aliyê Ahmet Babat ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn.

Navenda Nûçeyan - Fîrdevs Babat ku li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilêbanê ya Şirnexê ji aliyê Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li bajarokê Hîlalè ji aliyê hevalên xwe ve hat bibîranîn. Rêxistina HDP’ê ya Qilêbanê jî tevlî bîranînê bû.

Li ser navê hevalên Fîrdevsê Jiyan Babat axivî. Babat, qetilkirina Babatê şermezar kir û diyar kir ku ew ê têbikoşin. 

Doza Firdevs Babat doza hemu jinên hatine qetilkirin e

Piştre hevala wê Bêrîvan Gun axivî. Gun jî diyar kir ku doza Firdevs Babatê doza hemû jinên ku hatine qetilkirine û got: “Em ê nehêlin wehşeta ku li ser Firdevsê hatiye kirin were jibîrkirin. Şêwaza kuştina Firdevsê ne kuştinek ji rêzê ye. Firdevs ji êvarê heya sibehê di nava ava cemidî de maye û bi hovane hatiye qetilkirin. Em wê zilm û îşkenceya li Firdevsê hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pey doza wê bin.”

Piştre hevalên Fîrdevs Babatê qurnafîl danîn ser gora wê. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Firdevs Babat nemir e” bi dawî bû.