Fîlîz Budak: Nabe ku Mexmûr bibe qurbaniyê berjewendiyên wan

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî rêgirî, ambargo, girtin û bicih ne anîna sozên hikûmeta Iraqê yên li hemberî xelkê wargehê, meşeke girseyî lidarxistin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku sozên xwe bicih bînin.

Mexmûr – Ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî bikevin wargehê û karker biçin kar. Her wiha Iraq nasnameyên şêniyên wargehê nû nake û rê nade kesên nexweş herin nexweşxaneyan.

Di 14’ê Gulanê de şandeya ku ji nûnerên wargehê pêkdihat ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên wargehê çûbûn Bexdayê. Şande di riya vegerê de hat dîlgirtin. Tevî ku rayedarên Iraqê soz dan ku ewê hem şandeyê berdin hem jî pirsgirêkên wargehê çareserbikin jî hîna sozên xwe bicihneanîne.

Li dijî van nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê yên li beramberî xelkê wargehê, şêniyên wargehê meşeke girseyî lidarxistin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku demildest sozên xwe bicihbînin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Berxwedan Jiyane’ hatin gotin. Piştî meş gihişt ber deriyê NY li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn, ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

‘Divê Mexmûr nebe qurbanê berjewendiyên wan’

Fîlîz Budak destnîşan kir ku gelê Kurd mîrateya cangorî Mazlum Doxan ya ‘Berxwedan Jiyane’ hertim jixwere kiriye esasê têkoşîna xwe û ev tişt got: “Em jî wek xelkê Mexmûrê jî li hember zilma dewleta Tirk û dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê me serî netewand û me berê xwe da penaberiyê. Di pêvajoya 30 salan a penaberiyê de me li hember polîtîkayên PDK û dewleta Tirk û zextên hikumeta Iraqê me ti caran teslîmiyet qebûl nekir. Di dema ku Rêbertiya me banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dike de zextên li ser wargehê tê kirin, nayên qebûlkirin. Girtina nûnerên gel ji aliyê Iraqê ve ku îradeya wargehê ne nayê qebûlkirin. Nabe ku gelê Mexmûrê bibe qurbaniyên berjewendiyên wan ên dinavbera dewleta Tirkiyê de. Nabe ku divê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de hikumeta Iraqê di encama hevdîtinên Erdoxan û Mihemed Şiya Sudanî de zextên li ser wargehê zêde bikin.”

‘Divê Iraq dev ji van nêzîkatiyên xwe berde’

Budak bal kişand ser erk û berpirsyartiyên Netewên Yekbûyî û hikumeta Iraqê û got: “Îro NY ya ku xwe wek berpirsê mafê penaberan dibîne neçare ku xwedî li wargehê derkeve. Herwiha hikumeta Iraqê ku em li ser xaka wî dijîn divê li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin. Nûnekirina nasnameyên wargehê, riya perwerdê ji xwendekarên me re ne vekirin û civaka ku bi karmendiyê debara xwe pêşwazî dike rê li ber karkerên girtin û ji bajarên wek Bexda û Musil derxistin ne tiştekî di pîvanên mirovî de ne. Divê Iraq dev ji van nêzîkatiyên xwe berde.”

‘Emê têkoşîna mirovahî û paradîgmaya nû bi cîhanê bidin qezençkirin’

Fîlîz Budak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji bo hikumeta Iraqê, Cenevre, komîsertiya parastina mafê penaberane ku li erk û berpirsyartiyên xwe yên hember Mexmûrê derkevin û demildest nûnerên wargehê werin berdan. Riyên li ser wargehê hatine girtin werin vekirin. Heta dawiyê wê têkoşîna me li hember koletî û zordariyê berdewam bike. Emê têkoşîna mirovahî û paradîgmaya nû bi cîhanê bidin qezençkirin.”

Daxuyanî bi gotina dirûşmeyan dawî bû.