Fîlîz Budak: Bi şerê gelê şoreşgerî helwesta li dijî dagirkeriyê divê

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak bal kişand ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û got: “Ger mirov bertek nîşanî dagirkeriyê bide û rêbazên jiyanê li gorî şerê gelê şoreşgerî bin wê bikaribe li dijî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê derbikeve.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Dewleta Tirk ku bi salan e li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne, di demên dawî de bi hevkariya PDK’ê dagirkerî û êrişên xwe yên li ser xaka Iraqê û bi taybetî li ser başûrê Kurdistanê zêdetir dike.

Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê Filîz Budak, der barê armanca dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê de ji ajansa re axivî.

‘Polîtîkayên salên 90’î îro li Başûrê Kurdistanê tên meşandin’

Fîlîz Budak, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dagirkerî û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê girêdayî heman polîtîkayên ku di salên 90-94’an de li bakûrê Kurdistanê hatine meşandin e û wiha got: “Pengava dagirkeriya li ser Kurdistanê niha bi taybetî li ser Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Şerên ku li ser Başûrê Kurdistanê tên meşandin û destpêkirina pêngavên dagirkeriyê, girêdayî heman polîtîkayên ku di salên 90-94’an de li bakurê Kurdistanê hatin meşandin e. Armanca yekemîn ew bû ku dewleta Tirk bikaribe, gerîlayên azadiyê di çiyayan de bi tenê bihêle, gundan vala bike û gel û gerîla ji hev qut bike. Di encama vê polîtîkaya qirkirinê de nêzî 4 hezar û 500 gundên bakurê Kurdistanê hatin şewitandin û pêleke penaberiyê dan destpêkirin. Xwestin Kurdistanê vala bikin û di aliyê demografiyê de guhertinek çêbikin. Mirov dikare vê yekê hem weke qirkirina fîzîkî, hem jî qirkirina demografiyê pênase bike. Di encama vê yekê de penaberiyên pir belav û demdirêj çêbûn. Şêniyên Wargeha Mexmûr jî di encama vê polîtîkayê de gundên xwe vala kirin û koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.”

‘Armanc bi van êrîşan qutkirina gel û gerîla ye’

Fîlîz Budak, destnîşan kir ku dewleta Tirk cerdevaniya ku salên 90’î li ser gelê Bakurê Kurdistanê ferz kir, îro li ser gelê Başûrê Kurdistanê ferz dike û wiha axivî: “Dewleta Tirk a qirker ku bingeha xwe ya komarê li ser qirkirina gelê Kurd daye avakirin, weke nêçîrvanek li seranserê Kurdistanê ji bo qirkirina Kurdan şerekî demdirêj dimeşîne. Tevî ku 30 salan derbas bûye jî heman polîtîkaya şewitandina gundan û xwezaya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Piştî ku plana çokdayîne ket meriyetê li Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî bi êrişên hewayî êrîşê ajal û gundên gel hat kirin û dest bi avakirina baregehan hat kirin. Niha baregehên dewleta Tirk ên li Başûr bê hesab in. Rojane sewqiyeta leşkerî tê kirin û bi vî ve girêdayî cerdevaniya ku salên 90’î li ser gelê Bakûrê Kurdistanê hat ferzkirin, îro li ser gelê Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin. Armanca van êrîşan jî qutkirina gel û gerîla ye.”

‘Di dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk ne bi tenê ye’

Fîlîz Budak, da zanîn ku Dewleta Tirk ji bo plan û xeyalên xwe yên Mîsaqî Milî pêk bîne, di nava hewldanan de ye û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk li ser xeyalên xwe Mîsaqê Milî hewl dide vê polîtîkayê bide pêkanîn. Di encama vê yekê de dest bi dagirkeriya Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gundan bombebaran dike û sedema êrişên xwe jî weke hebûna Kurdan nîşan dide. Hebûna Kurdan a li Başûrê Kurdistanê sedema dagirkeriya xwe dide dibîne lê ya ku li vir derdikeve holê dagirkeriya ku li ser Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye. Di vê dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk ne bi têne ye. Ger dewleta Tirk di vê dagirkeriyê de bi têne bûye, wê nikaribûya li hemberî berxwedana gerîlayan gavek jî pêşve biçe. PDK êdî ji rewşa îxanetê derketiye û rewşa dijminatiya Kurdan a ji sedî sed dide pêkanîn. PDK di her aliyê de destxweşî ji dewleta Tirk re dike û ji bo cihgirtina li Başûrê Kurdistanê hemû tiştan dike.”

‘PDK hemwelatiyên xwe jî qetil dike’

Fîlîz Budak, diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê sîvîlan qetil dike û wiha got: “Di dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de bi destên PDK’ê hemwelatî jî tên qetilkirin. PDK hemwelatiyên xwe jî qetil dike. Hemû hewldanên PDK’ê ji bo piştgirîdayîna dewleta Tirk in. PDK hewl dide serweriya xwe ya li Hêrêma Kurdistanê bidomîne. Ji ber ku ger li Başûrê Kurdistanê PDK têk biçe, wê hikûmeta AKP’ê nikaribe dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. PDK tevgera azadiya Kurdistanê wek hinceta hemû êrişan nîşan dide. Armanca PDK’ê ew e ku tu caran nehêle li Kurdistanê yekitî pêkwere û tu caran destê xwe ji destê dewleta Tirk nekişîne.”

‘Hikûmeta Iraqê jî hevkarê vê dagirkeriyê ye’

Fîlîz Budak, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn kû hikûmeta Iraqê jî bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye û wiha axivî: “Êrîşa niha li ser Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn, ne êrîşeke ji rêzê ye. Dagirkeriya ku li ser Kurdistanê tê meşandin, di heman demê de binpêkirina xaka Iraqê ye jî. Ev dagirkerî vegera Peymana Lozanê ye. Di rastiyê de Dewleta Tirk hewl dide ji Peymana Lozanê vegere Peymana Qesra Şîrîn. Hikûmeta Iraqê jî li ser erk û berpisyariyên xwe yên li hemberî xwe û herêma girêdayî pêk nayne û ji bo domandina serweriya xwe bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye. Bi tu awayî hebûna gerîlayên azadiyê li Başûr û Iraqê ne xeter e. Tenê dewleta Tirk vê yekê ji xwe re weke xeter dibîne. Hebûna gerîlayan a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo parastina xakê fersendeke dîrokî ye.”

‘Dewleta Tirk hewl dide hevkarên xwe zêde bike’

Fîlîz Budak, diyar kir ku dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê xwedî xeteriyek dîrokî ye û got: “Divê bertêka ku li dijî bikaranîna çekên kimyewî û êrişên tund ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk derbikeve, li dijî Kurdên dijminatî dikin jî derbikeve. Ji ber ku niha hewldana ku YNK û hêzên din Iraqê xistine nava vî êrişî heye. Dewleta Tirk baş dizane ku nikare bi tena serê xwe li dijî gerîlayan li ber xwe bide. Ji ber vê yekê hewl dide ji xwe re hevkaran peyda bike û hemû tawîzan dide. Helbet ev xwedî xeteriyek dîrokî ye. Ger ev dagirkerî bi ser bikeve dê hem hikûmeta herêmê dest biçe hem planên Mîsaqê Milî pêk werin û hem jî şerekî dijwartir derbikeve. Ji ber vê divê mirov li dijî van planan bertekên zêdetir û xurtir nîşan bide.”

‘Berxwedana Şeladizê ji bo me mînakek bi nirx e’

Fîlîz Budak bi gotinên; “Divê beşdarbûnek xurt a gelê Başûrê Kurdistanê ji bo şerê gelê şoreşgerî hebe” wiha domand: “Pêwîst e gel bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê bi tevahî rabe ser lingan û xwedî li xaka xwe derbikeve. Çi dibe bila bibe divê em xaka xwe biparêzin û nebin sixûrên dijmin. Divê beşdarbûnek xurt a gelê Başûrê Kurdistanê ji bo şerê gelê şoreşgerî hebe. Berxwedana Şeladizê ji bo me mînakek bi nirx e. Ji bo ku Kurdistan neyê valakirin û ev dagirkerî pêk neyê, pêwîst e mirov di parçeyên Kurdistanê de li hemberî vê dagirkeriyê bertekên tund nîşan bide. Divê em gerîla bi tenê nehêlin, gundên xwe vala nekin û nebin hevkarên vê dagirkeriyê.”

‘Bi şerê gel ê şoreşgerî em dikarin li dijî dagirkeriyê derkevin’

Fîlîz Budak, di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî hêzên dagirker bibin mertalên zindî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek gelê Mexmûrê ku êşa polîtîkayên salên 90’î yên valakirin û şewitandina gundan kişandiye, dibêjin ku pêwîst e jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker bibin mertalên zindî. Mirov encax dikare bi vî awayî li dijî hêzên dagirker ên hatine xaka me têbikoşe û berxwedanê nîşan bide. Ne tenê Başûrê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê jî rastî heman êrişan tên. Ji bo vê divê em tevahî gelê Kurdistanê beşdarî pevgava şerê gelê şoreşgerî bibin û dawî li dagirkeriyê bînin. Divê em helwestek xurt li dijî Kurdên xwefiroş û mala Barzanî raber bikin. Ger mirov bertek nîşanî dagirkeriyê bide û tevahî jiyana xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî pêk bîne, wê bikaribe li dijî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê derbikeve.”