Filîmê çîroka jiyana 3 jinên ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne
Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê yekemîn fîlmê ku mijara wê li ser çîroka jiyana 3 jinên ji girtîgehên Hûsiyan rizgarbûne nîşand dide ji bo hemû jinên ku ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne weşand.
NÛR SERÎB
Yemen – Bi boneya Roja Jinên Cîhanê Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê yekemîn fîlm ji bo jinên ku ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne weşand. Fîlm wekî beşek ji rêzefîlmê ku şahidiya jinên di girtîgehên Hûsiyan de bi îşkenceyê re rû bi rû mane, bi êş û azaran hatine cem hev hinek ji wan di beşên sivîl û siyasî de dixebitîn, hinek jî polîs bûn, belge dike. Di rêze filman de çîroka 12 jinên di nav de keçên temenbiçuk jî heyî dê were nîşandan. Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê ku di sala 2016'an de dest bi xebatê kirî, dosyaya jinên ku ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne girtiye û dixwaze vê dosyê weke rêze fîlman çêbike da ku peyama jinan bigihîne rêxistinên mafên mirovan ên seranserî cîhanê.
"Filîmê çîroka jiyana 3 jinên ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne"
Seroka Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê Nûra El-Cerwî got ku divê her kes alîkariya jinên girtî bike, zextê li ser milîsên Hûsî bike da ku zirarê nede jinan û jinên girtî serbest berdin û wiha domand: "Yekem fîlm ji rêze filmên piştevaniya jinên ku ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne bi rêya platform û kanala me ya Youtubê li ser înternetê hat weşandin. Fîlm dê di 16'ê Adarê de li Misirê, 20'ê Adarê li Cenevreyê û di 25'ê Adarê de li Hollandayê were pêşandan, ji bo êş û azarên jinan û tiştên ku di girtîgehên Hûsiyan de tên serê wan nîşan bidin. Di fîlmê yekem çîroka 3 jinên ku ji girtîgehên Hûsiyan rizgar bûne, hat nîşandan. Ez bang li kesên ku bi çareserkirina kirîza Yemenê re têkildar in û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikim ku binpêkirinên li dijî jinan rawestînin. Jinên Yemenê ji ber Hûsiyan di bin metirsiyê de ne, ji ber ku cezayên îdamê li wan dibirin û îşkence û destdirêjiyê jî li wan dikin."
"Emê her tiştê di zindanên Hûsiyan de bi serê me hatî belge bikin"
Helbestvan Berdîs El-Siyaxî spasiya Koalîsyona Jinan a ji bo Aştiyê ya ku ji dema girtina wan heta derketina wan ji qirtîgehên Hûsiyan piştgirî da wan, kir wiha lê zêde kir: "Em ê her tiştê ku di zindanên Hûsiyan de bi serê me de hat belge bikin. Dê rojek were ku ev bêedaletî ji holê bê rakirin û dê edalet pêk were û sûcdarên ku li hemberî me binpêkirin û sûcên herî hovane pêk anîn dê werin ceza kirin."
"Zîndanên Hûsiyan gorên jina ne"
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rapora yekem a piştgirîkirina jinên girtî ya bi sernavê "Zîndanên Hûsî gorên jinan e" de behsa binpêkirinên ku ji aliyê Hûsiyan ve di navbera Kanûna 2017'an û 2020'an de li dijî jinan hatine kirin, dike. Hejmara girtiyên jin ên di girtîgehên Hûsiyan de gehişte 1181’an, di nav de 274 rewşên revandinê û 292 çalakvan û parêzvanên mafên mirovan ên sektora perwerdeyê ne û 246 xebatkarên di warê alîkarî û mirovî de ne.