"Fikrên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan xwe dispêre çareserkirina pirsgirêkên civakî"

Bi sernivîsa "Fikrandina rast ji bo zarokên niha û pêşeroja gelê me" rêxistinên civakî yên li Minbicê civînek lidar xistin. Jinên ku beşdarî civînê bûn gotin: “Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe dispêre çareserkirina pirsgirêkên civakî.”

Minbic – Li Mibcibê bi sernivîsa “Fikrandina rast ji bo zarokên niha û pêşeroja gelê me” rêxistinên civakî yên Minbicê duho civînek lidarxistin. Jinên ku beşdarî civînê bûn destnîşan kirin ku bi avakirina projeya netewa demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiyê wê kir, wê civakek exlaqî û polîtîk were avakirin û gotin: “Fikrandina Rêber Apo hişt ku jiyana hemû gelên Ereb were guhertin.”

"Em civakekê li ser fikrandina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bikin."

Endamê rêxistina civaka sivîl Henan El-Mihemed derbarê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: "Fikrandina Rêber Apo rastiya ku em tê de dijîn werdigerîne û her wiha çareseriyên ku pêşkêş kirine misogeriya azadiya gel e. Bi nêzîkatiya neteweya demokratîk me hemû astengiyên ku didîtin derbas kirin û em civakekê ku xwe dispêre bingeha projeya netewa demoktratîk û li ser fikrandina Rêber Apo ava dikin."

Henan El-Mihemed derbarê projeya neteweya demokratîk de wiha got: "Projeya netewa demokratîk yê ku em li ser dimeşin cuda ye, fikrandina netewa demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e û ji ber ku ev proje wê bibe sedema avakirina civakek exlaqî û ekolojîk."

“Hemû herem li ser fikrandina Rêber Apo jiyana xwe sererast dikin”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Rîm Derwîş wiha got: "Fikrandina Rêber Apo kesayeta me tehlîl dike û koletî û kapîtalîzma di hûndirê hemû  kesî de tehlîl dike. Fikrandina Rêber Apo netewperstiya kurd derbas dike ji ber vê yekê hemû herêm yê di nav de jî Minbic li ser vê fikrandinê dimeşin û jiyana xwe diguherin."

Rîm Derwîş axaftina xwe wiha domand: "Şehîd Ezîz Ereb yê ku li ser fikrandina Abdullah Ocalan dimeşiya şehîdê destpêkê yê di nav tevgera azadiya Kurdistanê de ye. Fikrandina Rêber Apo hişt ku jiyana hemû gelên Ereb were guhertin."

“Fikrên Rêber Abdullah Ocalan mafê hemû gelan û jinan diparêze”

Rêveberiya Encûma Dadmendiya Civakî Mifîde El-Hesen wiha got: “Em hêvîdar in ku projeya rêveberiya xweser yên ku li ser fikrandina Rêber Abdullah Ocalan dimeşin bigihêje tevahiya Sûriyê, ji ber ku ev fikir mafê hemû gelan e û mafê jinan diparêze."