Fîgen Yuksekdag li dijî xespkirina vînê banga mezinkirina têkoşînê kir

Di mîtînga "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" de peyamên girtiyan hat xwendin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, di peyama xwe de li dijî xespkirina vînê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî de bi destxist, bi dirûşma "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" li Qada Kartal a Stenbolê mîtîngê li dar dixe. Di mîtîngê de nameyên girtiyan hat xwendin.  

'Em ê di rojên azad de bicivîn'

Peyama Hevşaredarê Colemêrgê yê ku li şûna wî qeyûm hatî tayînkirin Mehmet Siddik Akiş wiha ye: "Tu carî xem û fikarên me çênebûn û me hewlda ku ku berdêla wê çi dibe bila bibe soza ku me dane gelê xwe li erdê nehêlin. Ev soza aştî, biratî û azadiyê bû ku me li salona dadgehê anî ziman. Ez dixwazim bibêjim ku îro em ne poşman in. Helwesta bi heybet a partiya me, gelê me û we hêzên bi rûmet ên Ked, Aştî û Demokrasiyê ku di vê heyamê de li dijî rejîma qeyûm heye, ji dil û can pîroz dikim. Ez hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku îro li dijî darbeya li dijî îradeya gel hatin cem hev û hemû gelê me, çi li qadan bin, çi ne li qadan bin, bi baweriya xwe ya ku em ê di rojên azad de bên cem hev, bi hezkirin û rêz silav dikim."

'Li dijî desteserkirinê têkoşîn'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ev peyam da: "Îradeya gel nayê girtin. Em û ev gel, li meclîsê, li salonên dadgehê, li girtîgehan û kolanan nehiştin vîn bê binpêkirin. Em ê ji niha û pê ve nadin binpêkirin. Di doza Kobanê de û li Wanê ceribandin lê bi ser neketin. Li Colemêrgê jî bi ser nakevin. Em weke girtiyên ji Doza Kobanê bang li gelê xwe dikin ku li dijî desteserkirina vînê têbikoşin.”

'Em ê bi hev re bi ser kevin'

Can Atalay ê ku di Doza Geziyê de hatibû girtin ji mîtîngê re ev peam şand: "Yên ku li Kartalê ji bo parastina keda xwe, îradeya xwe, pêşeroja xwe û welatê xwe li hev civiyan... Yên mil bi mil li ber xwe didin... Bizanin ku hêvî di we de ye, mil bi mil di têkoşîna we de ye. Em ê bi hev re şer bikin û em ê bi hev re bi ser bikevin. Silav ji kesên ku li Kartalê hêviyê mezin dikin. Silav ji siberoja hevpar a cîhanê û Tirkiyeyê re."

'Kolan û qad dê azad bibin'

Kesên du di 1'ê Gulanê de hatin girtin jî pêyam ji mîtîngê re şandin û gotin: "Di 1’ê Gulanê de bi hezaran polîs Stenbolê dorpêk kir û ev yek nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji hêz û hêrsa karkeran û potansiyela serhildanê ye. Hikûmet bi medyaya xwe ya alîgir me wek hedef nîşan da, ev yek jî ji tirsan bû. Xwepêşandan û derketina kolanan sûc dihesibînin. Yekane armanca kesên ku têkoşîna nan û azadiyê weke çalakiyeke ne rewa nîşan didin, êrişkirina nan û azadiya me ye. Lê her tişt pûç e, em bên girtin dengê me li vê meydanê bi dengê we re tevdigere. Em ê ji zindanan, mal, kolanan, kargeh, zanîngehan bi hêztir, werin. Em ê kolan û qadan azad bikin.”