Fîgen Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne
Siyasetmedara girtî Fîgen Yuksekdag di hevdîtina li gel endamên Şandeya Îmraliyê de wiha got: “Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.”
Kocaelî- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk tê de cih digirin, îro çûn Girtîgeha Kocaeliyê û bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag re hevdîtin kirin. Şandeyê di heman demê de bi Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel re jî hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê dan.
‘Divê em pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin’
Di daxuyaniyê de Sirri Sureyya Onder axivî û got: “Me bi Serok Fîgenê re hevdîtin kir. Tenduristî û mirûzê wan baş e. Me bi wekîla xwe Semrayê re hevdîtin kir. Ji bo her kesî silavên wan hebûn. Dê têkildarî pêvajoyê sibe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyê bide. Lê xwest ez ji we re bibêjim; ‘Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.’ Ez 5 sal berê tehliye bûbûm. Em dîsa li vir axivî bûn. Di nava 10 salan de vî welatî gelek tiştên giran winda kir. Du tiştên ku vegera wan tune ye, yek kesên jiyana xwe ji dest dayin a din jî dem e.”
‘Divê em welatek aştiyane ji zarokên xwere bihêlin’
Sirri Sureyya Onder wiha domand: “Hemû şehîd û gaziyên vî welatî rûmeta vî welatî ne. Diyariya herî mezin a ku em bikarin bidin wan, bidawîkirina şer û tacîdarkirina bi aştiyê ye. Em micid û jidil in. Zarokên vî welatî, heqa nakin ku mîrateya şer bigirin. Berpirsyartiya me ew e ku welatekî aştiyane radestî wan bikin. ‘Em li benda ciddiyet û samîmyetê ne’
Sirri Sureyya Onder di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîqaşên spekûlatîf tên kirin. Ev ziman biqasî çekê zirarê dide. Dê welat dabeş bibe, du ziman, du al û hwd... Di rojeva me de tiştekî wiha nîne, me nîqaş nekiriye û ne jî tiştekî wisa hatiye gotin. Tiştekî wiha tune ye. Em amade ne ku bi her kesên gumanê ji pêvajoyê re dibin re rûnin. Tekane ricaya min ew e ku ji vî zimanê toksît berdin. Em pêvajoyê zelal dimeşînin. Lê du nifteyên wê hene. Yek micidbûn a din jî jidilbûn e. Mafê me heye ku li benda tiştekî wiha bin. Ev derd, derdê me tevan e. Em li bendê ne ku her kes ji hêla erênî ve sûdewer be. Em ê zimanê xwe neguherînin. Li dijî vî zimanê êrişkar em herî zêde dikarin wiha bibêjin. Dê gel biryara jidilbûnê bide. Ev hefteyeke em di rêyan de ne. Di rê de yên daxwaza aştiyê dikin, yên me hembêz dikin, yên dibêjin lez bikin û car bi car hişyar dikin... Di vê mijdarê de wijdana gel rêya rast nîşan dide. Divê mirov rê nede qesabên kevokan. Ev jî berpirsyartiya me tevan e.”