Festîvala zarokan di roja duyemîn de ne

4'emîn festîvala zarokan ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin diurşmeya "Aştî bi xemala zarokan bedew dibe" bi beşdarbûna 500 zarokan di roja duyemîn de destpê kir. Zarokên ku beşdarî festîvalê bûn gotin ku ew îro dikarin hûnera xwe pêşkêş bikin.

Kobanê- Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Çand û Hûnera Baqî Xido 4'emîn festîvala zarokan ya herêma Firatê tê li darxistin. 
Festîvalê di roja duyemîn de bi amedebûna komên zarokan ji Reqa, Tebqa, Minbic, kantona Kobanê û bajarokê Sirînê li hola Firatê destpê kir. 
 Festîvalê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Pişt re endama rêveberiya navenda Hîlala Zêrîn ya kantona Kobanê Mîrxan Ismayîl axivî.
Mîrxanê armanca festîvalê anî ziman û got: "Em bi xêr hatina hemû kesên amede dikin. Armanca me ji vê festîvalê rengê zarokan derxistina pêş e, her wiha em dixwezin çanda dayîka xwedewend bi riya zarokan nûjen bikin." 
Zarokên ku beşdarî festîvalê bûn ji ajasna me re hestên xwe anîn ziman.
"Kêfxweşiya me nîvço dimîne"
Zaroka bi navê Ronahî Hacî wiha got: "Em  gelek kêfxweşin ku em zarok hemû bi hev re li festîvalê ne. Em bi cil û bergên xwe yên Kurdî dîlanê digirin û dilîzin e. Zarok dixwezin bê tirs bi ewlehî û aramî bijîn, lê em dibînin ku gelek hevalên em ji ber şer tên qetil kirin. Ji ber vê her tim kêfxweşiya me nîvço dimîne."
"Festîvala derfeta pêşkêşkirina hûnera zarokan e"
Her wiha zaroka bi navê Alîn Şêx Ehmed ya 13`e salî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez gelek ji hûnerê hez dikim, ji ber vê ev festîval ji bo derfeta pêşkêşkirina hûnerê ye. Ez cihê xwe di Çand û Hûnera Baqî Xido de digrim û ez ê di festîvalê de stranan bêjim. Em îro gelek kêfxweşin ku  bi riya vê festîvalê me gelek hevalên nû nas kirin û deroniya me baştir bû."  
Festîvala bi pêşkêşkirina stran, govend, şano û helbestan didome…