Festîvala Navneteweyî ya Fîlmê ya Şeşemîn a Rojava li Qamişlo dest pê kir
Bi bîranîna şewata sînemaya Amûdê ya sala 1960’an, Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlman a Şeşemîn a Rojava îro li bajarê Qamişlo dest pê kir û dê heta 20’ê Mijdarê bidome. Pêşandanên Mihrîcanê li navenda Mihemed Şêxo tên li darxistin.
Qamişlo – Ji bo bîranîna 13’ê Mijdara 1960’an, roja şewitandina Sînemaya Amûdê û şehîdkirina bi sedan zarokên wê, îro li bajarê Qamişlo Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Şeşemîn a Rojava dest pê kir. Festîval heta 20’ê Mijdarê dê bidome û bi dirûşma Çîrokên hevpar, sînemaya azad gelek çalakiyên hunerî, muzîk û pêşandanên fîlman pêşkêş bike.
Berfîn Roj bi xêrhatina hemû kesên beşdar û mêvanên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatibûn kir û spasî hemû kesên ku beşdarî vê mihrîcana girîng a çandî û hunerî dibin kir. Her wiha girîngiya kombûna hunermend, çêkerên fîlman û kesayetiyên çandî di pêşxistina hunera sînemayê û parastina nasnameya çandî de destnîşan kir.
Di çarçoveya Festîvala Navneteweyî ya Fîlmê ya Şeşemîn a Rojava de, Sîyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, bi xêrhatina hemû kesên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine kir û girîngiya vê Mihrîcanê di pêşxistina nasname û çanda kurdî de destnîşan kir.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de bal kişand li ser taybetmendiya Şoreşa Rojava û got ku ev şoreş ne tenê şoreşeke çekdarî bû, lê şoreşeke hişmendî, civakî û çandî bû ku hemû aliyên jiyanê girtibû nav xwe. Îlham Ehmed diyar kir ku gelê kurd bi salên dirêj li hember polîtîkayên înkarê û hewldanên tunekirina nasnameya xwe li ber xwe dane û têkoşîna xwe ji bo parastina ziman, çand û hebûna xwe domandine.
Ji mihrîcanê ber bi destkeftiyên siyasî û perwerdehiyê ve
Siyasetmedara Kurd wiha got: Têkoşîna gelê kurd li hember zilmê qet nesekinî û bi demê re bû têkoşîneke ji bo nasname û çandê, ku bingeha wê gelê kurd e. Îro jî gelê kurd li Rojava bi rêya çalakiyên wekî Mihrîcana Fîlmên a Rojava hewl dide ku nasname û çanda xwe ji hemû gelan re nas bike.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev têkoşîn bûye sedema bidestxistina hinek maf û destkeftiyên siyasî di asta Sûriyeyê de, ku di nava wan de yekem car nasîna gelê kurd li ser axa xwe, nasîna zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî û ketina wî di pergalê perwerdehiyê de cih digire.
Pêwîstî bi têkoşîneke mezintir heye
Siyasetmedara Kurd anî ziman ku tevî van pêşketinan, hîn jî pêwîstî bi têkoşîneke mezintir heye da ku ev maf û destkeftî di makezagona Sûriya pêşerojê de bên garantîkirin, her wiha bal kişand ser fedakariyên mezin ê gelê Rojava û di vê derfetê de bîranîna şehîdan kir û diyar kir ku bêyî wan fedakariyan ev destkeftî pêkan nedibûn.
Di dawiya axaftina xwe de, Îlham Ehmed destnîşan kir ku qonaxa niha û ya pêşerojê qonaxa têkoşîna siyasî ye, ku pêwîst e bi rêbazeke profesyonel û rêxistinkirî were meşandin.
Bernameya roja yekemîn a Mihrîcanê dê konserteke hunerî ya ji aliyê koma Hunergeha Welat ve, her wiha pêşkêşkirina koma Mam û Zîn a ji Bakurê Kurdistanê dihewîne. Di heman demê de, fîlmê Heval Kekê Min dê cara yekemîn bê pêşkêşkirin û bibe beşek ji çalakiyên roja yekem a Mihrîcanê.