Fermandara QSD’ê Sozdar Dêrik: Divê çeteyên DAIŞ’ê bên dadgeh kirin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik di Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” de bal kişand li ser êrişên DAIŞ’ê yên li ser jinan û daxûyakirin ku pêwistî bi rast pênasekirina ‘terorê’ heye.

 

Silêmaniye – Komxebata “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” bi nîqaşên germ ên derbarê xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ya bi taybetî li ser jinan û tevahî gelan dide avakirin, berdewam dike. Di komxebatê de Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik axifî. Sozdar Dêrik bal kişand li ser xeteriya DAIŞ’ê ya li ser jinê dide avakirin û destnîşan kir ku pêkanînên dewleta tirk a li ser heremên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pênaseyên terorê ne. 
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik di destpêka axiftina xwe de 15 hezar şehîdên Rojavayê Kurdistanê û di şexsê wan de tevahî şehîdên ku li hemberî terora çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyane û giyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Di 20’ê Çileya 2022’an de em rastî êrişekê hatin. Di encama vê êrişê de 121 hevalên me bi qehremanî şerkirin û şehîd ketin. Di şexsê wan de em tevahî hevalên xwe yên şehîd bibîr tînin. Li Rojavayê Kurdistanê ji tevahî netewan nêzî 15 hezar şehîdên me hene. Em tevahî şehîdên ku li dijî terorê şerkirine bibîr tînin. Ji 2012 heya îro em weke hêzên YPG, YJP û ji 17 şûnde jî weke QSD’ê şerekî bê hempa li hemberî terorê dimeşînin.”
“Pêwistiya me bi naskirin û pênasekirina terorê heye”
Sozdar Dêrik bal kişand li ser pênaseya terorê û da zanîn ku pêkanînên DAIŞ’ê yên bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker li ser heremê da meşandin pênaseya terorê ye û wiha domand: “5 hezar jinên ku li Şengalê hatin dîlgirtin û her çiqas qismek mezin ji wan hatibe rizgarkirin jî tişta li wir hat meşandin teror e. Me nekarî em tevahî keçên xwe yên Şengalî ji destê wan rizgar bikin. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî teror e. Tûnekirina ziman, çand û baweriya gelekî, êrişên li ser hebûna wî gelî teror e. Qetilkirina jinên siyasetmedar ên weke Hevrîn Xelef, êrişên li ser cenazeyên hevalên me yên YJP’ê teror e. Talankirina xwezayê, li ser gel qûtkirina avê pênaseya terorê ye. Vekirina goristanên rêhevalên me yên şehîd teror e. Pir zêde pêwistiya me bi naskirin û pênasekirine terorê heye. Li hemberî çeteyên dewleta Tirk û her wiha ên ku jê re tê gotin Cehş El-watanî şerekî bê hempa hat meşandin. Ji ber vê fedakariyek gelek mezin li ser vê axê hat nîşandan.”
“Hêzên me tenê hat hiştin”
Sozdar Dêrik destnîşan kir ku plangeriyên li ser heremê yên vê dawiyê jî bi êrişkirina girtîgeha Sinaayê xwe nîşan da ku bi dehan caran vala hatine derxistin û wiha berdewam kir: “Êrişên li ser girtîgeha Sinayê ku 4 hezar girtiyên DAIŞ’ê li wir bûn, êrişek plankirî bû. Di 20’ê Çileyê de êrişek dijwartir li ser heremê hat meşandin Ji bo îlankirina xilafeta xwe ya dûyemîn vê êrişê pêkanîn. Lê bi qehremaniya hêzên me yên hindûr û alîkariya gelê me, me karî em vê êrişê têk bibin. Weke gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi çi awayî be lazim e ku dinya hemû vê bibîne ku li vê derê pêwistî bi alîkariyê heye. Hêzên me tenê hat hiştin.”
“Divê girtiyên çeteyên DAIŞ’ê bên dadgehkirin”
Fermandara Hêzên Suriya Demokratîk Sozdar Dêrik di dawiya axiftina xwe de bal kişand li ser pêwistiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê û wiha pêde çu: “Em bi hêvîne tevahî hiqûqnas, kesên ku ji bo hebûna gelan têdikoşin vê rastiyê bibînin û fedakariyên tên kirin hîn bêtir werin dîtin. 12 hezar girtiyên DAIŞ’ê yê ji netewên cûda li girtîgehê de ne. Ji sedî 20’ê wan hemwelatiyên dewletên cûda ne. Ji sedî 20’ê wan hemwelatiyên Iraqê ne û yên din jî hemwelatê Sûriye ne. Vê rastiyê dîtin erka me hemuyan e. Daxwaza me ew e ku tevahî hêzên berpirsiyar çeteyên xwe bigrin an jî dadgehek li Bakûr û Rojhilatê Suriye bê pêkanîn û ev çete bên dadgehkirin. Em bi hêvî ne ku emê bi hev re bigihin nîqaş û encamekê rast û bigihin gelek pêşnûmeyên ku em jê encam bigrin.”
Komxebat bi nîqaşan dewam dike…