‘Fermana 3’yê Tebaxê îro li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û gelek saziyên din li ser êrîşên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nameyek hevpar ji sazî û dezgehên navneteweyî re şandin.
Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Almanyayê, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê, Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Tevgera Viyan a jinên Êzidî ya li Rûsyayê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nameyek hevpar ji Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola Tedesco, Antonio Manuel de Oliveira Sekreteryaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Rêveberiya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan û Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas re name şandin.
Di nameyê de hat diyarkirin ku niha êrîş û kiryarên çeteyan li Sûriye û rojavayê Kurdistanê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî tîne bîra mirov.
Nameya hevpar a saziyên jinan ên Êzidiyan wiha ya:
“Ji sala 2011’an heya roja îro bi pêşengiya jinan, ji bo avakirina jiyana azad û wekhev li Rojavayê Kurdistanê û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê şerên pir giran rû dan. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, di sala 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û di sala 2019’an jî êrîşî Serêkanî û Girê Spî kirin. Di encama van êrîşan de Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin. Li hemberî hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berxwedanek dîrokî dane meşandin û bi berxwedana gelan serkeftinên dîrokî qezenc kirine.
YPJ parêzvaniya hemû jinên li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike
YPJ ne tenê parastina jinên Kurd dike di heman demê de parastina tevahî jinên li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Her wiha YPJ di rizgarkirina jinên Êzidî yên ku di destên çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne de jî xwedî roleke mezin e. Ev têkoşîn û berxwdana watedar a ji bo parastina hebûna xwe li hemberî qirkirinê heya vê kêliyê bi lehengane berdewam dike.
Êrîşên îro ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, bi armanca dagirkirin û qirkirinê tên meşandin. Kiryarên ku tên kirin dîmenê fermana li ser Şengalê careke din di serê me de zindî dike. Tê zanîn civaka Êzidî ji bo parastina çand, ol û baweriya xwe di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê desthilatdaran ve rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’ê Tebaxa 2014’an bi destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK û dewleta Tirk li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk hat. Di encama travmaya ku cîhanê şahidiya wê kir de, bi sedhezaran mirovên Êzidî ji cih û warê xwe koçber bûn. Bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî bi rengekî hovane hatin qetilkirin û dîl ketin destên DAIŞ’ê. Bi dehan gorên komî hatin çêkirin. Bi dehan cih û mezargehên pîroz ên Êzidiyan, cihên pîroz ên civaka mesîhî û cihên pîroz ên civaka misilman mizgeft, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin teqandin.
Hemû çand û baweriyên li Sûriyeyê di bin xeterê de ne
Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman zihniyetê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve berdewam dike. Di encama êrîşan de bi sedhezaran mirov ji Şehbayê careke din koçber bûn. Zarokan di riyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jin, zarok û sivîl bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Serê jinan hatin jêkirin, bi sedan jin, zarok û sivîl hatin revandin ku çaranûsa wan hê jî nediyar e. Li Minbicê 3 jinên têkoşer rastî destdirêjiyê hatin û bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Her wiha zarokên keç jî rastî tecewizê hatin. Jin dîl ketin destên çeteyan. Li parezgehên Sûriyeyê, Lazqiyê û Tartûsê civaka Elewî rastî îşkenceyê tê, li meydanan mirov tên qetilkirin, bi giştî jî gel rastî zext û gefên pir cidî tên. Cihên pîroz ên Mesîhiyan rastî êrîşan tên û tên şewitandin. Komkujî tên kirin û sivîl tên qetilkirin. Ev qirkirina fîzîkî û çandî ku tê meşandin li ser tevahî civakên Mesîhî, Elewî, Kurd, Êzidî, Ermen, Çerkez, Suryan, Ereb û Dûrziyan tê meşandin.
Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Şengalê, Sîwana Meclisa Jinên Êzidî ya Almanyayê, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê, Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Tevgera Viyan a Jinên Êzidî ya li Rûsyayê, vê qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî tevahî neteweyan tê kirin bi tu awayî qebûl nakin û vê yekê gelekî metirsîdar dibînin. Em didin diyarkirin ku ev êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê qirkirin e, êrîşên derexlaqî ne, di heman demê de li dijî qanûn û mafên mirovan in. Ger di demek nêz de pêşiya vê qirkirinê neyê girtin wê ev bi xwe re kareseta mirovî mezintir bike.
Li ser vî esasî em bang li we dikin ku hûn bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û van daxwazan ji we dikin.
1-Divê demildest pêşî li qirkirina çandî û fîzîkî ya dewleta Tirk û çeteyên wê bê girtin.
2- Ji bo jin û kesên ku di destên çeteyan de dîlgirtî ne bên rizgarkirin divê hewldan, xebat û helwestên xurt bên nîşandan.
3- Divê statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi fermî bê naskirin.”