Ferîde Şengalî: Li dijî êrişan dema berxwedan û tekoşînê ye

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî geşedanên siyasî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê yên dawiyê nirxand û bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û lîstikên PDK’ê hişyar bin û got: “Dema berxwedan û tekoşînê ye.”

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal- Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî li ser pêşveçûnên siyasî yên herêmî, di hilbijartinan de serkeftina îradeya gelan a li bakurê Kurdistanê, planên dewletên dagirker ên li ser Şengalê nirxandin kir. Ferîde Şengalî da zanîn ku bi hevkariya PDK’ê li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk civaka Êzîdî li ber xwe bide û wiha got: “Di dîrokê de civaka me her dem li ber xwe daye, wê vê carê jî li ber xwe bide û planên dijminan vala derbixe.”

‘Me ji sekna dayikên bakurê Kurdistanê hêz girt’

Ferîde Şengalî serkeftina hilbijartinên bakurê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Di serî de em serkeftina Bakurê Kurdistanê ya di hilbijartinan de pîroz dikin û silav dikin. Berxwedaniya ku çêbû hêz da hemû Kurdistanê. Sekn û berxwedana dayikan a li hemberî zilmê û doza mafên xwe hêz da me. Rewşa siyasî li giştî Kurdistanê bi hev re girêdayî ye. Erdogan li Tirkiyeyê bin ket. Piştî ketina Erdogan dest bi êrîşên cuda kirin. Ji bo wê jî dest bi trafîka hevdîtina kiriye. Kesên ku pê re rûdinên ew jî armanca wan komkujî ye. Erdogan plan dike ku di 22’ê Nîsanê de serdana Bexdayê bike. Ev jî nîşan dide ku plan û lihevkirin hene. Dibe ku eşkere behsa tiştekî nehatiye kirin lê belê lihevkirineke ji bo ku pêngaveke nû bidin destpêkirin heye. Hatina Erdogan a Iraqê xeteriyên mezin bi xwe re tîne bi taybetî ji bo Şengal û Mexmûrê.”

‘Osmanî dijminê koka Êzidiyatiyê ne’

Ferîde Şengalî diyar kir ku hevdîtin û planên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de normal nîn in û teqez kir ku pêwîst e her kes ji berxwedaniyê re amade be û wiha got: “Pêwîst e gelê me şiyar be, hatina Erdogan a Iraqê ne ji bo kêfê ye. Gotiye ku wê pêngavek bidin destpêkirin. Pêngava wan jî ew e ku xeta Herîr bi dest bixin ku ew jî aliyê Nînova ye. Banga me ji bo hemû kesan heye ger ku tiştek çêbû kes nebêje êrîşî rêveberiya xweser an jî YBŞ’ê dikin. Her kes dizane Osmanî dijminê koka Êzidayatiyê ye. Dixwazin tişta ku li Efrînê kirin li vir jî bikin. Li Efrînê 25 gundên Êzidiyan hebûn lê niha yek ji wan nikare bibêje ez Êzidî me. Armanca Tirkên Osmanî jî ew e ku civakê ji çand û baweriya wê dûr bixin. Ev şer şerê hebûn û nebûnê ye ji bo civaka me ger şerekî derkeve wê civaka Êzidî berxwedaniyeke bêhempa raber bike. Ger em li hemberî lîstikên dewleta Tirk û Iraqê nesekinin û berxwedaniyê nekin, wê rewş nebaş be. Civaka me jî xwedî sekneke bi hêz e.”

‘Aramiya Şengalê xirab dikin’

Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku armanca lîstikên Iraq, Tirkiye û PDK’ê ew e ku aramiya li herêmê xirab bikin û wiha got: “Bi desteka PDK’ê Şengal ji aliyê Tirkiyeyê ve tê toparankirin. Ciwanên me yên Êzidî têne şehîd xistin. Waliyê Mûsilê bi PDK’ê re hevdîtinek çêkir û lihevkirinek çêkirin. Ew lihevkirin jî ji aliyê hinek keyayan ve hat redkirin, civak li hemberî wan lihevkirinan rabûn. Pêwîst e nakokiyên di navbera me de weke Êzidî dernekevin. Armanca PDK’ê ew e ku li Şengalê di navbera serok eşîran de pevçûn çêbibin û aramî tunebe. Kesên ku di wê hevdîtin û lihevkirinê de amade bûn, ew kes bûn ku keç û jinên Êzidî revandin û di bazaran firotin. Kesên ku piştgirî bidin xayin û xwefiroşan em wan weke Êzidî qebûl nakin.”

‘Hêza di Şengalê de heye Şengaliyên bi şeref in’

Ferîde Şengalî bal kişand ser daxuyaniyên ku ji aliyê hinek kesên ku bi navê Êzidiyan diaxivin û daxuyaniyan didin û wiha got: “Civaka me ji wan kampan vegerin û li ser axa xwe li ber dîwarekî, di bin çadirek de bijîn, baştir e ji wê bêrêziya ku li wan kampan dijîn. Hinek kes bi navê Êzidiyan daxuyanî dabûn û gotibûn hêzên xerîb di Şengalê de hene. Ka bila bên kî xerîb e? Ez keçeke Êzidxanê me, em ê li hemberî van axaftin û lîstokên wan rabin. YJŞ’ê û YBŞ ne zarokên Êzidxanê ne? Kesên xerîb ew in ên ku ji dûr ve li ser Şengalê diaxivin. Dibêjin dewleta Tirk êrîşî Şengalê dike lê yê ku destekê dide Erdogan û dewleta wî hûn in. Destên wan di şehadeta ciwanên Êzidî de hene. Destên Iraq PDK’ê û hemûyan jî di van êrîşan de heye.”

‘Bêdengî nîşaneya qebûlkirinê ye’

Ferîde Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Iraqê destekê dide êrîşên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “PDK bi eşkere destekê dide dewleta Tirk lê Iraq jî bi bêdengiya xwe piştgiriya herî mezin dide Tirkiyeyê, dide diyarkirin ku piştgiriya wî jî di van êrîşan de heye. Li Şengal û Mexmûrê çi biqewime jî di xema Iraqê de nîn e. Ev jî nîşan dide ku Iraq destekê dide êrîşan lê em ê weke civaka Êzidî li hember hemû siyasetên ku li ser civaka me pêk tên bisekinin. Ji aliyê PDK Iraq û Tirkiyeyê çi êrîşek çêbibe, em ê li hemberî bisekinin û vala derxin. Em ê nehêlin ku xetere li ser Şengal hebe. Piştî 74 fermanan ku piraniya wan bi destên Osmaniyan bûn em qir nebûn û me li ber xwe da, em ê dîsa li ber xwe bidin.”

‘Dema berxwedan û tekoşînê ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de banga berxwedan û sekna bihêz li hemû Êzidiyan kir û wiha got: “Hêviya me ji hemû partiyên ku di Şengal de hene, serokeşîr, keya, oldar û hemû kesêb ku li Şengal dijîn ew e ku em hemû rabin ser xwe û li dijî Osmaniyan bêdeng nemînin. Êzidî divê ji siyaseta PDK’ê haydar bin. Rê li ber koçberên me yên di kampan de digrin. Nahêlin ku xelkên me ji wir vegerin ser axa xwe ya Şengalê. Dixwazin wan ji bo xwe weke çekeke siyasî bi kar bînin. Dixwazin siyasetê li ser Êzidiyan bimeşînin. Ji bo wê jî divê civaka me berê xwe bidin çiyayê Şingalê û li Êzidiyatiya xwe xwedî derkeve. Em ê tu carî rê nedin ku dîroka me tune bibe. Wê Êzidayatî heta dawiyê bimîne, mayina wê jî bi berxwedaniyê pêkan e. Di dîrokê de civaka me li ber xwe daye, wê vê carê jî li ber xwe bide û planên dijminan vala derxe.”