Femînîstên hatin Amedê:Ji bo em qeyûman re bêjin na em li vir in

Komek jinên femînîst ên Stenbolê bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak re hevdîtin pêk anîn û li ser polîtîkayên jinan ên li şaredariya ku ji qeyûm hatiye standin nîqaş kirin. Jinên ku daxuyanî dan, peyama ku ew qeyûm qebûl nakin dan.

Navenda Nûçeyan - Komek femînîst ên ji Stenbolê hatin Amedê, Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ziyaret kirin. Pişt re jî li ber Cemiyeta Rojnamegerên Sûmerparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên navçeyên Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçe û bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Femînîst ji qeyûm re dibêjin na” hat vekirin û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Ji qeyûman re na”, “Bijî hevgirtina jinan” û “Bijî yekitiya jinan” berz kirin. Endama TJA yê Çaglar Demîrel a destpêkê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku hevgirtina jinan wan bihêz dike. Çaglar Demîrel, diyar kir ku ew weke jin ji pergala qeyûm re dibêjin na û got: “Em piştevaniya jinên ji gelek deverên Tirkiyeyê dibînin û em spas dikin.”

‘Rêvebirina kesê ku gelê Kurd bixwe hilbijartî, ji gelê Kurd re gelek hat dîtin’

Piştre daxuyanî ji hêla femînîst Betul Topkaya ve hat xwendin. Betul Topkaya wiha got: “Weke komek femînîstê ên ji Stenbolê me dixwest em bên Amedê û em bi Gultan, Sebahat, Ayla ya ku bi salan e em bi hev re di têkoşîna jinan de bûn bibînin. Lê dema me plansaziya xwe kir Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û qeyûm tayînî Colemêrgê hat kirin. Li ser hilbijartinê re hîna 3 meh jî derbas nebû ku qeyûm hat tayînkirin. Eşkere ye ku li gorî qanûnên vî welatî li Stenbolê li gel her cure zext û sextekariyê em dikarin şaredarê xwe hilbijêrin, lê gelê Colemêrgê nikare şaredarên xwe hilbijêre.”

‘Ji bo qeyûman re bêjin na em li vir in!

Betul Topkaya destnîşan kir ku dema gelê Colemêrgê mafê xwe yê hilbijartinê bi kar anî, pêşî hewl dan bi anîna hezaran leşkeran a ji bo rojekê îradeya wan desteser bikin û ev yek têr nekir hevşaredar şandin girtîgehê û wiha bi lêv kir: “Dema ku navê wî bajarî Antalya Kepez be, li şûna şaredarê girtî, meclîsa şaredariyê kesekî ku dê birêve bibe, hildibijêre. Lê ev der Colemêrg be walî tê tayînkirin. Em jin û femînîst îro li vir in ku bi dengekî bilind ji vê dirûtî û qeyûm re bibêjin na. Em bi hevalên xwe yên TJA yê re dibêjin em li kêleka gelê Colemêrgê û jinên Colemêrgê ne.”

‘Tu armanca me tune ku em bêdeng bimînin’

Betul Topkaya ku bal kişand ser tengkirina qadên jiyanê yên jinan ji aliyê qeyûman ve û wiha got: “Di serî de li şaredariyan navê jinê ji holê radikin û pergala hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Şaredariyê ji gel dûr dixin û dixin xizmeta rantê. Ne kreş, ne navendên piştevaniyê ya jinan, ne bazarên jinan, ne kooperatîfên jinan û ne jî malên cilşûştinê hiştin. Her wiha saziyên ku li dijî tundiya li hemberî jinan dixebitin jî tên girtin. Hemû yekîneyên jinan tên girtin. Gelek caran mêr tayînê li cihê jinan dikin û bi vî rengî henekê xwe li jinan dikin. Wek Gultan Kişanak gotî qeyûm hewl dide ku jinan bênefes bihêle. Lê divê bê zanîn ku em bêdeng nabin. Em dizanin ku ji Stenbolê heta Colemêrgê em dengê xwe dernexin, azadî ji me re ne pêkan e. Em hemû ji qeyûman re dibêjin na!”