Narîn Gezgor: Em ji bo daxwazên gel dimeşin
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor, derbarê meşa jinan a ku ev 6 roj in didome de da zanîn ku daxwazên ku wê ji Meclîsê re bên ragihandin, daxwazên gel in.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), di 1’ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqerê ve meşek da destpêkirin. Bi sedan jin, bi pêşmalên Mor dest bi meşê kirin. Meş dê di 7’ê Cotmehê de li Enqereyê bi dawî bibe. Jin di tevahiya meşê de, li bajarên Riha, Dîlok, Edene û Mersînê rawestiyan. Jinên meşvan li her bajarê, ji aliyê girseyek mezin ve hatin pêşwazîkirin. Jinên ku li bajarên lê rawestiyan li daxwazên gel jî guhdar dikin, meşa xwe didomînin.
Daxwazên Jinan
Di nava daxwazên sereke yên meşê de, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîsogerkirina mafên ziman û çandî yên gelê Kurd a bi makezagonî, naskirina îradeya hatiye hilbijartin û bi awayekî fermî pejirandina pergala hevserokatiyê ku nûnertiya jinan bi hêz dike, cih digrin.
Yek ji jinên ku ev bi rojan e dimeşê, Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor e. Em bi Narîn Gezgor re, derbarê armanc û atmosfera meşê de axivîn.
Daxwazên xwe ji dilê Kurdistanê bighînin Enqerêye
Narîn Gezgor, da zanîn ku jinên TJA’yê meşa ku ji Amedê hatiye destpêkirin, didomin û wiha got: “Em ji bo ku daxwazên ji dilê Kurdistanê Amedê bighînin paytexta Tirkiyeyê Enqerê, dimeşîn.
Narîn Gezgor, diyar kir ku di meşê de bi sedan jinên him ji Kurdistan û him jî Tirkiyeyê cih digrin û wiha got: "Em hemû li dora armancek hevpar li hev civiyan. Em dengekî hevpar bilind dikin. Ya herî girîng, em li hemû bajarên ku diçinê, bi coşek mezin tên pêşwazîkirin."
Narîn Gezgor, da zanîn li her rawestgehê bi gel re sohbet dikin, li wan guhdar dikin û daxwazên wan dinvîsin. Narîn diyar kir ku daxwazên TJA’yê, di heman demê de daxwazên gel in jî.
‘Abdullah Ocalan çareseriya qeyranan danî holê’
Narîn Gezgor, geşedanên ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê qewimîn bi bîr xist û wiha axivî: "Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ya Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û 'Manîfestoya Aştî û Demokrasiyê' ya pêşkêşî gelên Tirkiyeyê kir, hemû şert û mercên jiyana hevpar, wekhev û azad datîne holê. Di heman demê rêya derketina hemû qeyranên şerê ku bi sedsalane gel dijîn jî, danî holê. Lewma, daxwaza me ya bingehîn, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ê muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye."
‘Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin’
“Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya li meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, civîna xwe ya ewilî di 5’ê Tebaxê de li dar xist. Civîna xwe ya 13’an jî di 2’yê Cotmehê de pêk anî. Komîsyon, bi guhdarkirina rêxistinên cûrbecûr yên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl û malbatên ku ji ber pevçûnê mexdûr bûne û zarok û hezkiriyên xwe winda kirine re didome. Narîn, balkişand ser girîngiya civînên komîsyonê û tevkariya wê ya ji bo pêvajoyê û destnîşan kir ku ji bo naskirina mafên gelê Kurd, guhertinên makezagonî şert e.
Narîn, da zanîn ku yek ji armancên meşê jî naskirina mafên makezagonî yên gelê Kurd e û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku Makezagona 1921’an ji bo naskirina maf û hebûna gelê Kurd qebûl dike, divê komîsyona ku di vê qonaxê de li meclîsê hatiye avakirin jî li cihekî ku maf û hebûna Kurdan nas bike û xebat û biryarên di vî warî de bigre be. Di nava daxwazên sereke yên jinan de jî, hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re û ji bo naskirina rêxistin, bawerî û hebûna gelên li Tirkiyeyê pêdiviya bi guhertinek makezagonî heye. Ji ber ku muxatabê serekê yê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e, em dixwazin ku hevdîtinek bi wî re bê kirin û pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan bên guhdarkirin. Emê di dawiya meşê de li Enqereyê di meclîsê de daxwazên xwe bînin ziman.”
‘Dê têkoşîna jinan a ji bo azadî û demokrasiyê bidome’
Narîn Gezgor, diyar kir ku mîna siyasetmedar û çalakvanên jin wê piştî meşa ku di 7’ê Cotmehê de li Enqerê bi dawî dibe, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bidomînin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Emê wekî tevgera jinên Kurd û jinên ku xebatên siyasî dimeşînin, heta mîsogerkirina şert û mercên xebata azad ango azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, çalakiyên xwe bidomînin.”