‘Felsefeya Rêber Apo kilîta çareseriya aloziyên dinyayê ye’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Kobanê Hedla Hesen balkişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareseriya şer û aloziyên dinyayê ye.”
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanîê- Dewleta Tirk pergala êşkence û qirkirinê ya ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Grava Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Ev pergal hemû zagon û peymanên navnetewî yên parastina mafê girtiyan ên di zîndanan de, binpê dike. Tevî ku dewleta Tirk pergala êşkence û qirkirinê li zîndana Îmraliyê dimeşîne jî, daxwazên gel ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir dibin. Ev daxwaz ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigre heya gelek dewletên cîhanî tên kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 28’ê Kanûna sala 2024’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin encama berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hember pergala êşkence û qirkirinê, di heman demê de encama berxwedana jinê û gelan û kampanyayên ku ji bo azadiya fîzîkî ya ji bo wî li dar xistine pêk hat. Bi taybetî jî kampanyaya bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji doza Kurdî re” pêk hat.
Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan carek din nêrîn û perspektîfên xwe yên derbarê aloziyên ku li dinyayê rû didin de, anî ziman. Her wiha destnîşan kir ku bi xurtkirina girêkên xuşk û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de, bûye xwedî berpirsyariyek dîrokî. Ji bo ku ev pêvajo biserkeve, pêwîst e hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyê însiyatîfa xwe bicîh bînin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Kobanê ya Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hedla Hesen bi ajansa me re axivî û Îmraliyê wek rêya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn nîşan da.
‘Yasa û peymanên navnetewî binpê dike’
Hedla Hesen di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên ku li Îmraliyê tên meşandin û wiha got: “Ji destpêka ku Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dîlgirtin, li ser wî pergala êşkence û qirkirinê dimeşînin. Ew jî bi rêya ferkzirina cezayên disiplînê û bi hincetên cuda pêk tînin. Di heman demê de nahêlin parêzer û malbat pê re hevdîtinê pêk bînin. Ev hemû yasa û peymanên navnetewî yên qaşo parastina mafê girtiyan dikin, binpê dike. Perspektîfên Rêber Apo yekane çareseriya hemû alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Ji ber vê yekê dewleta tirk her hewil daye ku gel ji fikira wê ya demokratîk dûr bixe û tecrîdê li ser giran bike.”
‘Di encama berxwedanê de hevdîtin pêk hat’
Hedla Hesen diyar kir ku kampanyaya cîhanî ya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorek li ser qada navnetewî ava kiriye û wiha pê de çû: “Kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li 74 welatên cîhanê ji hêla nûnerên sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, kesayetên navdar û xwediyên xelata Nobalê ve di 10’ê Cotmeha sala 2023’an de hat destpêkirin. Kampanyayê bandorek mezin li siyaseta dewleta tirk a li Grava Îmraliyê kir. Bi berxwedan û îradeya gelan, li Kurdistanê û dewletên Ewropayê pergala Îmraliyê hilweşandin û hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Hebûna 74 welatên cîhanî di vê kampanyayê de zextek siyasî li ser dewleta Tirk çêkir.”
‘Netewa Demokratîk ji hemû mezheban digre nav xwe’
Di nav gotinên xwe de Hedla Hesen diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo azadiya gelan e jî û wiha pê de çû: “Fikr û ramanên Rêber Apo ji bo azadiya gelan e, ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji ber vê yekê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe û heta dewletên din jî, bi vê felsefeyê ve girêdayî ye. Yekbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûna wan a li derdora projeya Netewa Demokratîk, pêkanîna fikrê Rêber Apo ye. Di Rojhilata Navîn de projeya Netewa Demokratîk a herî serkeftî ye. Ji ber ku hemû mezheb, ol û pêkhateyên civakê di nav xwe de digire û parastina mafên wan dike.”
‘Çareseriya aloziyên li dinyayê li Îmraliyê ye’
Hedla Hesen bal kişand ser rêya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn û dinyayê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber şer û pevçûnên li Xeza, Lubnan, Sûriyê û hemû dewletên Rojhilata Navîn û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em di pêvajoyek hesas re derbas dibin. Rêber Apo van xalan di hevdîtina xwe de nirxand. Rêya yekane ya çareseriya hemû aloziyên tên jiyîn, li Îmraliyê tê peydakirin. Em soza dewamkirina berxwedanê û bilindkirina tekoşîna xwe ya ji bo şikandina pergala Îmraliyê û misogerkirin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, nûjen dikin.”