Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ riya azadiya jinan ronî dike

Ji Rojava Remziye Mihemed got: “Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye meşaleyek ku riya azadiyê jinan ronî dike” Hatîce Riyadî ya ji Mexribê û Ahlam Al- Nasser a ji Sûdanê bal kişandin ser yekitiya jinan di qada navneteweyî de.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Gihandina jinan a azadiyê, riyeke dirêj e ku serkeftin û zehmetiyan bi xwe re tîne. Hevseroka Tevgere Civaka Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed, parêzvana mafên mirovan Hatîce Riyad a ji Mexribê û aktivîsta mafên mirovan Ahlam Al-Nasser a ji Sûdanê diyar kirin ku kilîta çareseriya pirsgirêkên ku jin dijîn rêxistinbûna bi hev re ye û li ser tiştên ku divê werin kirin nirxandin kirin.

‘Têkoşînê li hemû dinyayê deng veda’

Hevseroka Tevgere Civaka Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-DEM) Remziye Mihemed diyar kir ku şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, bingeha wê beriya salan hatibû amadekirin û got: “Jinên Rojavayê Kurdistanê di sala 2005’an de xebatên xwe bi Yekitiya Star destpê kirin. Jin niha bi Kongra Star riya xwe didomînin, ligel şoreşê Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî di nav de hemû jinên ji gelên cuda di bin banê Kongra Star de rêza xwe diyar kirin. Jinên di her qadê de xwe bi rêxistin kirin, ji bo xweparastinê bi hev re dixebitin. Xebatên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû dinyayê deng veda.”

‘Divê jin bi hev re bi hêz bibin’

Remziye Mihemed da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her beşê jin beşdarî xebatên rêxistinkirinê bûne û got: “Jinên Suryanî, di bin Yekitiya Jinên Suryan de, jinên Ereb di bin banê Kombûna Jinan a Zenûbiya de xebatên xwe didin meşandin. Jinên Ermenî jî gelek sendîka û saziyên wan hene. Pêşketinên ku li Rojava di aliyê jinan de çêbûne, di asta rêxistinkirinê de ji bo hemû jinên dinyayê bûne mînak. Li Herêmê ger pêvajoya derbasbûyî li ber çavan were girtin, pêwîstî zêdetir bi hêzkirina yekitiya jinan heye. Ne tenê jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de jinên Sûriyeyê jî di nav de, bihêzkirina yekitiya hemû jinên dinyayê, girîng e. Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, li dijî polîtîkayên ku hedef dike rol û statuya wan di civakê de dûr bixe, xwe bi rêxistin dikin û divê bibin yek.”

‘Divê em diyaloga xwe baştir bikin’

Remziye Mihemed da zanîn ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî tundiyê têkoşîn didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dengvedana felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belavî hemû jinên dinyayê bûye. Li Îranê jin bi vê felsefeyê  li dijî rejîma otorîter rabûn ser lingan. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû meşaleyek ku li her cihê riya azadiya jinan ronî dike. Divê têkoşîna hemû jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bibe yek. Bi yekitiya jinan li dijî polîtîkayên otorîter em ê zêdetir bi hêz bin. Divê em dest bidin destên jinên Sûriye, Misir, Tûnis, Yemen, Mexrib, Erebistana Siûdî û welatên din, bibin yek deng û diyaloga xwe bi hêz bikin. Divê ji bo dawî li êşên jin dikşînin were, ji bo avakirina jiyana azad ku edalet lê serdest e em bi hev re bixebitin.”

‘Divê jin têbikoşin’

Parêzvana Mafê Mirovan Hatîce Riyadî ya ji Mexribê bi gotinên: “Jin ji bo azadiya xwe têdikoşin” dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku divê jin li dijî zihniyeta mêr û her cure cudakarî û biçûkxistinê her roj têbikoşin. Hatîce Riyadî diyar kir ku jinan çapemenî, sendîka, rêxistin û saziyên xwe ava kirine û got: “Jin di heman demê de ji bo bigihîjin mafên xwe, di sînema, roman, helbest û şanoyan de rola xwe dilîzin. Dema van hemûyan di jî jinan di heman demê de rêxistin, tevger, sedîka û çapemeniya xwe ava kir. Jinên ku ji bo doza xwe hişyarî ava kirin, di civakê de ketin nava têkoşîna fikrî. Jinan li herêmên cuda yên dinyayê, di mijara rêxistinbûn û avakirina toran de ceribandinên mezin qezenc kirin. Torên xwecihî, herêmî û navneteweyî ava kirin, bi ser xistin ku civaka navneteweyî pê bi bandor kirin. Bi vî awayî têkildarî mafên jinan peymana navneteweyî hat îmzekirin.”

Hatîce Riyad got ku rola jinan a di avakirina aştiyê de hatiye qebûlkirin û wiha got: “Jinên ku li welatên din dijîn der barê pêşketina welat de sûdên girîng dane, li aliyê din der barê têkoşîna jinan a li dijî tundiyê de torên ku piştevaniya jinên kûrewî dikin, torên tematîk jî rêxistin kirin. Em bi wan jinên li welatên cuda re di nava pêştevaniyê de ne û me sûd da konferansên navneteweyî. Şerê borî yên welat jî di nav de, hemû zoriyên ku jin dikşînin de, parastina destkeftiyên jinan bû erkek zor.”

‘Mirovahî wê bê jin negihîje aştiyê’

Hatîce Riyadî da zanîn ku hakimiyeta sîstema mêrsalar di hemû civakan de di astên cuda de didome û herî dawî ev tişt got: “Li pêşiya jinan ji bo ku di pêvajoyên biryardanê de cih bigrin, di avakirina polîtîkayên ku wekheviyê pêk bînin de û başdariya tam de astengî hene. Li gelek welatên dinyayê, şertên siyasî yên ku xira bûne, bi taybetî di şerên çekdarî de, dagirkerî û li welatên ku şer lê heye bedena jinan tê mêtingehkirin. Jin dibin hedefên sereke ya rejîmên zextê. Ev hemû li dijî têkoşîna jinan dibin astengî. Mînak jinên Filistînê ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de dijîn, di berxwedanê de biryardariyê nîşan didin, têkoşîneke girîng raber dikin. Hemû destkeftî bi saya rola jinan a di parastina civakê û rêxistinkirinê çêbûne. Li Emerîkaya Latîn jinên xwecihî ku li dijî polîtîkayên qirkirinê têdikoşin hene. Li Efrîqayê jî jin li dijî mêtingeriyê derdikevin û ji bo rizgarkirina welatên xwe têkoşînê didomînin. Tevî salên dirêj ên têkoşînê, peyama ku jin dixwazin ji vê civakê re bidin heye. Ew dibêjin; mirovahî bê jin nagihije aştiyê.”

‘Jin têdikoşin’

Aktivîsta mafên jinan a Sûdanê Ahlam Al- Naser jî ev tişt got: “Jin li gorî xwezaya xwe ji bo aştî, azadî û başiyê, li parzemînên cuda yên dinyayê, li welatên xwe, li erdnîgariyên cuda bi salan e têdikoşin. Dinya ji çerxa kevin heta niha, behsa aştî, demokrasî û şeran dike. Neteweyên Yekbûyî jî mevzuata navneteweyî ku behsa aştî, demokrasî, şeran dike, dest bi behskirina hemû mirovahiyê der barê mafê wekheviyê de dike. Der barê mafên siyasî, medenî, civakî û aborî de ev peymana navneteweyî hinek welatan îmze kir lê belê hê yên ku herî zêde ji şeran bi bandor dibin jin in, tu pêkanînek neketiye meriyetê.”

Ahlam Al-Nasser bal kişand ku ji ber jin zêdetir bi bandor dibin, polîtîkayên sîstematîk ên li dijî jinan hene û ev bang kir û got: “Polîtîka û planên ku jinan dikin hedef, li hemberî pêşketina wan astengiyan ava dikin. Lê belê tevî vê jî jin ji bo mafên xwe, ji bo jiyana azad ji bo guherîna civakî têdikoşin. Weke jinên ku di nava şer de dijîn, gelek hewldan, tor û tifaqên me hene. Xebatên koordînasyonê ji bo me gelek girîng in. Piştevaniya navneteweyî û herêmê ya di tevgerê de bi giştî bandorê li jinan dike. Em dikarin alîkariya hev bikin. Dê jin bihêztir xwe bi rêxistin bikin, organîze bikin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”