Federasyona Girtiyên Siyasî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser sivîl û penaberên siyasî de daxuyanî da.

Navenda Nuçeyan- Federasyona  Girtiyên Siyasî yên Herêma Başûrê Kurdistanê di derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser sivîlan û panaberên siyasî de daxuyaniyek da. Federasyona  Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê xwest li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bombebarankirin û terora dewleta Tirk xwedî helwest bin û sînorekê ji destdirêjî û tewanên dewleta Tirk re deynin.

Daxuyanî wihaye: “Êrîşên dewleta Tirk terorkirin û bombebarankirina li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di 17’ê Gulanê de welatparêz Mihemed Zekî yê xelkê Bakurê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê qetil kir. Saziya sîxûriyê ya delweta Tirk û hevkarên wê ev çend carin welatiyên Bakur û parçeyên din yên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê qetil dike. Parastina panaberên siyasî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê dijîn erka hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û civaka navnetewî ye li gorî peymana 1951’an ku îmzeya 139 welatan li sere biparêzin. Di 21’ê Gulanê de balafirek bê mirov li bajaroka Axceler ya Çemçemal wesayîtek bombebaran kir û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê wesayîtek hate bombebaran kirin û welatiyek şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku heman berpirsyartî dikeve li ser milê hikûmet, parlamento, hêzên siyasî û civakê yên Herêma Kurdistanê. Êriş û terora dewleta Tirk û dagirkeran wê nekare gelê Kurd bitirsîne, wê têkoşîna Kurd mezintir bike.