Failê ku ji edaleta mêr bawer dike got ‘ne poşmanim’ û daxwaza berdanê kir

Mehmet Demirhan ku li Amedê Hîlal Kar qetil kir, di îfadeya xwe ya li dagehê de tevî got ku ‘ne poşmanim’ daxwaz kir ku were berdan.

Amed – Mehmet Demîrhan di 23’ê hezîranê de li taxa 5’yemîn ya Nîsan ya girêdayî navçeya Rezan ya Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, di 3’ê cotmehê de li navçeya Surê hate girtin. Piştî kar û barên li emniyetê, fail di 4’ê cotmehê de birin edliyê, piştî lêpirsîna dozgeriyê bi daxwaza ji sûcê ‘li dijî jin bi qest kuştin’ girtin, sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeriyê piştî îfadeyê ji heman sûcê girt.

Faîl di îfadeya dayî dadger de ev tişt got: “Di vê xisusê de bi hûrgûlî min îfadeya xwe dabû, ez wê îfadeya xwe dûbare dikim. Min ev beyan bêyî ku bimînin dibin zexta hînekan de bi îradeya xwe ya azad daye. Ji bo tişta ku min kirî ez ne poşmanim, ez daxwaza berdana ne girtî darizandinê û bi pêkanîna hikumtiya kontrola edlî werim berdan dikim.”