Ezgî Karakuş: Li herêma erdhejê pêdiviyên roja destpêke didomin

Ji Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê Ezgî Karakuş, bal kişand ku pêdivî û pirsgirêkên roja ewil ên li herêma erdhejê berdewam dikin û da zanîn ku pirsgirêkên bandorê li jiyanê dikin wekî barekî li ser milên jinan in.

ROJDA KIZGIN

Navenda Nûçeyan- Karesata ku piştî du erdhejên 6’ê Sibatê li pey hev qewîmin, li 11 parêzgehan bûn sedema hilweşandinê. Li gorî daneyên fermî, di erdhejên ku 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dane de tê texmînkirin ku hejmara rastîn zêdetir e, bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Di erdhejê de di milyonek û 929 hezar û 313 xaniyan de xisar diyar bû ku ji van 518 hezar û 9 wek awarte, giran û hilweşandî hatin binavkirin.

Di roja 122’emîn de cenazeyê jinek hat dîtin

Di roja 122’emîn a erdhejê de li Semsûrê, di dema xebatên xirbeyan ên avahiyekê de ji aliyê xebatkarên kolanê ve cenazeyê jineke ku hat diyarkirin temenê wê 20 salî ye hat dîtin. Bi hezaran cenazeyên bê can ên ji bin xirbeyan derketine di gorên "bênav" de tên veşartin, lêgerina dîtina xizmên xwe yên winda yên malbatan didome.

Bi hezaran mirovên bêmal man an li bajarên neçar man koç bikin an jî li herêmên erdhejê, di şert û mercên zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Newekheviya zayendî û cudakariya heyî hîn kûrtir bû. Pêdiviyên jinên ku bi hefteyan nedikarîn xwe bigihînin paçe zarokan, ped û cilên binî jî, li ser banga platformên jinan û saziyên sivîl bi piştgiriya dildaran hewl hat dayîn bên bicihanîn. Li ser erdhejê 4 meh derbas bûn. Ne xirabe bi temamî hatin rakirin, ne pêdivî hatin bicihanîn, ne jî pirsgirêk hatin çareserkirin.

Koma piştevaniyê ya Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê ya ku Femînîsten Serbixe, rêxistinên sivîl û femînîstên ji rêxistinên jinan di nava xwe de dihewîne, hevgirtina jinan a ku li herêma erdhejê dest pê kiribû, didomîne. Ji Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê Ezgî Karakuş, li ser hevgirtina ku di "Konê Jinan" ê li Semsûr û Hatayê de ava kirine, wêneya ku piştî erdhejê rû bi rû mane û pêwîstî û pirsgirêkên hêj berdewam dikin, axivî.

'Em êvara 6'ê Sibatê bi lez û bez li hev civiyan’

Ezgî Karakuş, diyar kir ku di roja ewil a erdhejê de hewl dane mezinahî û bandora erdhejê fam bikin û wiha got: “Em wek femînîst di êvara 6’ê Sibatê de bi lez û bez li hev civiyan, bi tevlibûneke zêde me civînek li dar xist. Yekem reaksiyona me amadekirina metnek bû ku berpirsyariyên dewletê ji ber kêmbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibîrtine û gavên ku divê bên avêtin dubare bike bû.”

“Em li ser mijarên şert û mercên ku jin jê bi bandor dibin rawestiyan’

Ezgî Karakuş bi gotinên; “Ez jî hefteyekê wek dilxwaza lêgerîn û xilaskirinê çûm Dîlok-Îslahiyeyê” û bal kişand ku di kêliya yekem a erdhejê de gelek jinan ji ber ku çûne odeyan û pîr, zarok û astengdarên ku li malê dihatin xwedîkirin û ji ber hicabê û cil û bergên xwe nikaribûn zû ji malê derkevin, di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Ezgî Karakuş, anî ziman ku di her karesatê de bi rewşeke wiha re rû bi rû dimînin û der barê tiştên erdhejê de ev tiştan got:

“Beriya erdhejê barê lênêrînê di nava malê de li ser jinê bû, lê piştî erdhejê ev barê lênêrînê qat bi qat zêde bû. Tevî hewaya sar jî bi giştî ketina kon tune bû û jinên ku bi tena serê xwe dijîn jî kon nehat dayîn. Gihandina tuwaletê tune bû. Em di nuqteyeke wisa de bûn ku pêdiviyên herî bingehîn ên jinan nedihat dîtin. Sedema ku me bi lez û bez tiştek li vir pêş xist, serpêhatiyên femînîstan ên di erdheja Marmara ya 1999’an de û erdheja Wanê ya 2011’an de bûn. Me jî ev yek li ber çavan girt. Me bal kişand li ser şert û mercên ku jin ji ber newekheviya zayendî bandor dibin.”

'Cihên konbajaran bêyî ku pêdiviyên jinan li ber çavan werin girtin hatin avakirin’

Ezgî Karakuş anî ziman ku bajarên kon ên piştî erdhejê hatine avakirin jî bêyî ku pêdiviyên jinan li ber çavan bên girtin hatine avakirin û wiha got: “Kon gelek li kêleka hev hatin vedan û qadeke hevpar a ku jin lê xwedî derkevin nehat hiştin. Ango di bajarekî kon ê 250 kesî de tuwaletek heye. Ev tuwalet li derveyî bajarê konê, li quncikek tarî û dûr hatiye danîn. Ji ber ku barê lênêrîna konê li ser jinan e, ew bi şev bi zarokên xwe re diçin tuwaletê. Di ketina tuwaletê de jî bi pirsgirêkên ewlehî û paqijiyê re rû bi rû dimînin. Gihîştina ped, malzemeyên paqijiyê tune ye. Gihîştina kincên jêrîn bi qasî mehek hema qet tunebû.”

'Tuwalet li derve ne, ronahiya li derve kêm e’

Ezgî Karakuş, destnîşan kir ku tu zemîneke jin daxwazên xwe bînin ziman nîn e û wiha got:

 "Dema ku em di vê çarçoveyê de lê dinêrin, mirov dikare bibêje ku bandora erdhejê li ser jinan çend qat e û pêvajoya piştî erdhejê bi asteke hin mezintir li ser jinan didome. Konteynir û bajarên kon ji aliyê ewlehiyê ve hê jî pir bi pirsgirêk in, tuwalet hê jî li derve ne, ronahiya derve ne têrker e. Jin hê jî bi şev xwe bi ewle hîs nakin. Ev li ser jinan weke barekî ku bi giranî bandorê li jiyana wan dike, ye."

'Pirsgirêkên ku ji roja ewil a erdhejê dest pê kirin hê jî berdewam dikin'

Ezgî Karakuş, da zanîn ku pirsgirêkên ji roja ewil a erdhejê ve dest pê kirine hê jî berdewam dikin, li kon û konteyniran di gihandina ava paqij, malzemeyên paqijiyê û hewcedariyên bingehîn de pirsgirêk didomin. Ezgî Karakuş, bal kişand ku alîkariya ji bo herêma erdhejê kêm bûye û pêdivî û pirsgirêkên heyî wiha vegot:

“Niha alîkarî kêm bûne. Hatina dilxwazan kêm bûye. Gihîştina xizmetên tenduristiyê yên pêwîst ên wekî tenduristiya jinan û tenduristiya zayîne hîn jî pir kêm e. Divê qadên zarokan, cihên cilşûştinê, cihê xane û qadên lîstikê ku dê barê karê malê û lênêrîna jinan kêm bike, werin avakirin. Em li pir cihan wan tiştan nabînin. Hewa niha germ dibe. Bi guhertinên demsalê re, pêdivî jî diguherin. Pêdiviyên wekî kincên penye yên nazik, şapik, melhema tavê, şilker û pelav mijara gotine ye. Di rastiyê de, hewcedariyên ku di jiyana rojane de krîtîk in wek dermanê meşan heye. Ev di vê wateyê de krîtîk in; Her ku hewa germ dibe kon germtir dibin. Bi taybetî bajarên wek Hatay û Semsûr cihên ku bi taybetî di havînê de pir germ in. Ji ber vê yekê, li vir pêdivî li qadên sîwan hewce ne. Lê qad li gorî vê nehatine avakirin.”

'Qadek ku jin li derveyî kon demên xwe derbas bikin nîn e'

Ezgî Karakuş, destnîşan kir ku di mehên havînê de pir germ e nikarin di konan de bi roj bimînin, dema ku derdikevin derve cih nîn e û wiha got: “Divê li gorî vê xebatek bê kirin. Bi her awayî ne mimkun e ku mirov di konan de bijîn, konteynir ji bo cîhên jiyanê yên demkî guncavtir in. Divê bi lez bajarên konteyniran bên avakirin û derbasî vê derê bibin. Pêwîst e qadên hevpar ên bi ewle ku jin û LGBTI+ li qadên xwe yên jiyanê bên cem hev, navendên şêwirmendiyê ji bo jinan bên avakirin û plansaziyeke demdirêj a ku ji her alî ve dikare bê çareserkirin bê çêkirin. Pêşeroja jinên li herêma erdhejê hê jî ne diyar e.”

‘Der barê tundiya mêran de  plana çalakiya lezgîn nîne'

Ezgî Karakuş, diyar kir ku divê li dijî tundiya mêr tedbîrên pêwîst bên girtin lê dewlet di vî warî de xwedî plansaziyeke lezgîn nîne û wiha got, “Li herêma erdhejê stargeh ne vekirî ne. Têlikdarî  jin çawa dikarin xwe bigihînin van mekanîzmayan tu agahiyek nîne. Divê li qadên jiyanê yên jinan navendên şêwirmendiyê hebin. Piştgiriya tercuman divê bi berçavgirtina cudahiyên zimanî bê dayîn. Ji bo pêşîgirtina li jinên koçber, penaber û rûm ên ku rastî cudakarî û nijadperestiyê bên, tedbîrên girîng bên girtin û têkildarî vê tu lêkolînek nîne.”

Ezgî Karakuş, destnîşan kir ku divê jinên ciwan ên ku nikarin perwerdeya xwe bidomînin, neçarî nava malbatê hatine kirin û di warê paşerojê de bi fikar in, bên piştgirîkirin û wiha got; “Em behsa şert û mercên ku hê jî cihên kar ên guncav ji bo jinên ciwan tune ye dikin.  Di van şert û mercan de xwe ji bo ezmûnan amade dikin.”

'Divê ji bajarên kon ji bo navenda bajêr veguhestina giştî ya bêpere bê misogerkirin’

Ezgî Karakuş, diyar kir ku li bajarên ku hin sûk ​​û kargeh tên vekirin jiyan bi awayekî bi sînor didome û bal kişand ser van tiştan: “Ji bo ku ji bajarê konê xwe bigihîjînin navenda bajêr, pêwîstî bi veguhestina giştî ya bêpere heye. Di heyama hilbijartinê de ji ber ku bala hemû kesan li ser mijarên cuda bû, hinekî din li paş ma û em her dem dibêjin di demên karesatan de, pêvajoyek ku di destpêkê de pir krîtîk e lê demek dirêj didome heye. Ji ber ku em li vir hebûna dewletê bi awayekî rast nabînin, li vir pêdiviya dilxwazan û hemû pêdiviyên ku min behs kir berdewam dikin.”

'Armanca me ya destpêke avakirina hevgirtina jinan e'

Ezgî Karakuş, diyar kir ku ew wek Piştevaniya Femînîst a ji bo Afadê, bi giranî bi dilxwazên li Semsûr û Hatayê re li ser esasê hevgirtina femînîst dixebitin û wiha got: “Armanca me ya li vir ew e ku em zêdetir piştgiriya derûnî û hevgirtina jinan ava bikin. Di rêveberiya bajarê konê de çi kar hebe em tevlî dibin. Ji  belavkirina pêdiviyên bingehîn, bi jinan re çalakî pêkanîn, li hev kombûn û parvekirina tiştekî, şopandina xebata cilşûştinê û heta pêkanîna kolektîf a belavkirina xwarinê û paqijkirina tuwaletê di nava xebatên dilxwazan de cih digre.”

‘Dilxwaz hefteyê carek bi dorveger tên’

Ezgî Karakuş, diyar kir ku dilxwaz hefteyê carek bi dorveger li konê jinan ên li Semsûr û Hatayê xebatan dimeşînin û wiha got:

"Ji ber ku ew hem ji aliyê derûnî ve hem jî ji aliyê fizîkî ve di pêvajoyek giran de ne. Di konê jinan de ji bo hevgirtin bi jinan re were danîn, der barê pêdiviyên taybet ên jinên li konê dijîn de bi hev re biaxivin, bi hev re tiştek ava bikin, hewcedariyên konan bi cih bînin, ger hebe lêkolînek bikin. Pêwîstî bi qadeke xwendinê li wir heye, ji bo berdewamkirina xebata giştî ya bajarê konê, ji bo çareserkirina wê ger pirsgirêkek avê hebe, ger tuwalet xitimîbin mîna ku lêkolînek li ser were meşandin. Rojev û pêdiviyên li wir her roj diguherin, cuda dibin û zêde dibin. Pirsgirêk ev e ku meriv bi lez gavan bavêje û li ser wan bixebite. Armanca me ya destpêke avakirina hevgirtina femînîst e. Bi jinan re di nava têkiliyeke baweriyê de bin û xebatên ku hevdû xurt bikin li dar bixin.”

'Bersiva jinan erênî ye'

Ezgî Karakuş, da zanîn ku her hefte komeke cuda ji bo piştevaniya bi jinan re diçin Hatay û Semsûrê û diyar kir ku kesên ji erdhejê rizgar bûne jî parve kirine ku konê jinan hêz daye wan û di her komê de xwe bi ewle hîskirin e. Ezgî Karakuş dest nîşan kir ew ji bo pêdiviyên jinan ewil tên konan jinan û wiha got: “Di heman demê de konê jinan cihê axaftina her mijare ye. Zemînek e ku jin dikarin bi hev re bicivin, hevdu nas bikin û bi hev re hevgirtinê ava bikin. Ji ber ku li bajarên kon bi rastî ne wisa ye. Qadên hevpar ên li bajarên kon bi giştî qadên ku mêr derdikevin, civakî dibin e û jin nikarin ji hundirê konan derkevin."

'Hevgirtin ji bo me jî baş e'

Ezgî Karakuş dest nîşan kir ku li herêma erdhejê avakirina hevgirtina bi vî rengî ji bo wan jî baş e û wiha got: “Em jî girîngiya vê yekê dibînin. Em di her bûyera ku li wir diqewime an jî her dema ku em tên cem hev, hîn bêhtir ferq dikin ku di hemû qadên jiyanê de avakirina konekî bi vî rengî, ji bo jinan qadeke ewledar û li vir li darxistina çalakiyan çiqasî girîng e.”

'Divê li Hatayê hilberînerên jin bên bihêzkirin’

Ezgî Karakuş destnîşan kir ku li herêma erdhejê plansaziyeke demdirêj nîne, ji bo çareseriya pirsgirêkan xebateke bibandor nîne, ji bo xurtkirina jinan xebateke pêşeroj nayê kirin û wiha got: "Em niha li ser tiştên ku em dikarin bikin diaxivin. Li Hatayê hilberînerên jin bi hêz bikin. Em bi jinên hilberîner re tên ba hev û em dikarin çi bikin û çawa van qadan xurt bikin, lê di vî warî de jî tu xebatek tune ye.” Ezgî Karakuş, dest nîşan kir ku bêkoordînasyon hêj jî rewşek berdewam dike ye û diyar kir ku ji ber vê yekê divê pêwîstî bi platform, komên piştgiriyê û rêxistinên sivîl bên bicihanîn, lêbelê ev jî netêrker e.

Banga ji bo dilxwazan

Ezgî Karakuş, diyar kir ku li konên jinan ên li Semsûrê hatine vedan, pêdiviyên bi dilxwazan berdewam dike û wiha got: “Ger hûn dixwazin bibin dilxwaz li ser Înstagramê forma me heye û hûn dikarin forme tijî bikin û bi wek dilxwaz biçin Semsûrê. Li Hatayê konê me yê jinan heye. Em ê li ser bingeha çalakiyan li wir bin. Ger hûn me li ser Twitter û Instagramê bişopînin, hûn dikarin hem daxuyaniyên me yên di xebatên kooperatîf ên li wir de bişopînin hem jî hûn dikarin bi banga me ya çalakiyên li vir bibînin û tevlî bibin.”