“Ez dixwazim hestiyên birayê xwe bibînim û bidim ber sînga xwe”

Xwişka Mehmet Tekdag ê sala 1993’an li Amedê di failên kiriyar nediyar de hatî qetilkirin Îffet Mutaş di çalakiya Xizmên Windayan a Amedê de mafê axaftinê girt, pirsa birayê xwe yê dinê yê winda Elî Tekdag jî kir û got: “Ji wê rojê heya niha li hestiyên birayên xwe digerim. Ez dixwazim hestiyên wan bibînim û bidim ber sînga xwe. Ezê tim wêneyên birayên xwe û windayên dinê rakim, naxwazim wêneyên wan bê xwedî bimîne.”

 
Amed – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) û Xizmên Windayan di hefteya 679’an de çalakiya xwe pêkanîn. Malbat bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiriyar bên darezandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin gel hev û pankarta li ser wêneyên windayan heyî vekirin. Vê heftê jî aqubetya Mehmet Tekdag ê sala 1993’an di binçavan de hatî windakirin pirsîn.  
“Bi demboriyê re nehat ruhev”
Cîgira Şaxa ÎHA’a Amedê Ezgi Sila Demir diyar kir ku 40 sale li welatan ji bo rêzdariyek bê çêkirin hewildanên bi demboriya xwe re bên ru hev heye lê li Tirkiyê tiştek wiha nayê dîtin û wiha domand: “Her çendî dem dem hinek agahiyên hêviyên wiha didin bên jiyîn jî mixabin ti derdek Tirkiyê yê bi demboriya xwe re hatina ru hev nayê dîtin û mirov nikare qala îradeyek siyasî bike.”  
“Aysel Tugluk di bin şertên îşkencê de tê girtin”
Ezgi Sila Demir, bal kişand ser rewşa siyasetmendara Kurd Aysel Gugluk a girtiya nexweşe û zêdeyî 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin û bi bîrxist ku Aysel Tugluk a li welat têkoşîna demokrasî, edalet û azdiyê dayî ji sala 2016’an heta niha dibin şertên îşkencê yên giran de tê girtin. 
Ezgi Sila Demir, gotinên xwe wiha dom kir: “Aysel Tugluk yek ji kesayetên di guherîna hişmendiya mêrsalarî de rolek girting lîstiye. Nêrîna mêrsalar a li siyasetê dixist ber lêpirsînê û ji bo jihan derfeta siyasetê vedikir bi vî awayî ket parlemanê. Aysel Tugluk di demokratîkirina siyaseta Tirkiyê de rolek giring lîstiye. Ev hemû ji bo windakirina binhişiya civakî tê kirin. Lê em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”
Paşê jî dengê Aysel Tugluk ê 7’ê Adara 2012’an dema tevlî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiriyar bên darezandin " bûyî hat guhdarî kirin.
“Ez li hestiyên birayên xwe digerim”
Piştî qeyda denga Aysel Tugluk, ji bo aqûbeta Mehmet Tekdag û Alî Tekdag xwişka wan Îffet Mutaş axivî. Îffet, diyar kir ku Alî 12 saet îşkenceyê dîtiye û wiha pêde çû: “Di salên 90'î de birayê min Mehmet Tekdag hat windakirin. Alî Tekdag jî li derê çiyê hat windakirin. Em du meh li karakolan geriyan. Me agahî bihîst ku 120 saet îşkenceyê dîtîye. Ez kengê bi rêya Farqînê ve diçim bang li Alî dikim. Kesek bersîv nade min. Me di rojnameya tirkan de dît ku Alî li Farqînê bi îşkenceyekê giran hatiye qetîl kirin. Heta ez sax bim ez wê zilmê ji bîr nakim.”
Piştî axaftinan çalakiya runiştinê bi çepikan dawî bû.