“Ez Aysel Tugluk, jina Kurd a siyasetmedar”
HDP ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk a li girtîgehê teshisa nexweşiya demanse lê hatî dîtin, li ser hesabê xwe yê medyayê vîdeoyek parve kir.
Navenda Nûçeyan- HDP ji bo balê bikişîne ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk a ku tevî nexweşiya xwe ya giran jî di girtîgehê de ye, li ser hesabê xwe yê medyayê dîmenek parve kir. Di vîdeoya hat parvekirin de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Aysel Tugluk. Di vîdeoya hat amadekirin de dîmenên li girtîgehê hatin parvekirin û deng hat amede kirin. Di vîdyoyê de ev gotinên jêrîn cih girtin:
“Ez yek ji wan kesan im ku beriya ez li erdnîgariyeke dijwar a ku di nava şer de ji dayik bibim û jiyana xwe di nava şerekî de derbas bikim, çiroka wê li ser berxwedanê hatiye nivîsandin im. Mirov çi dibîne û ji çi re dibe şahîd. Dema ez 14 salî bûm birayê min di girtîgehê de qetil kirin. Min êşa wî hertim di dilê xwe de veşart, piştî wê komkujiyê, mirin, îşkence, êrîş, binçavkirin û girtin. Lê ez ranewestiyam, ji bo êrîş, êş û azarên hevpar ên ji bo vî gelî hatine rewa ditîn bi rawestinim, pêwîst bû her tim li pêş bim. Min dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet berneda. Ez Aysel Tugluk, jina kurd a siyasetmedar.
“Ez dixwazim tiştên hatine jîyin ji hişê xwe derxim”
Têkoşîna min a yekem a ji bo guhertina çarenûsa jinan ya li erdnîgariya ku ez lê ji dayik bûm, bi hiqûqê dest pê kir. Ji bo bi êş û azarên gelên zext û zilm ditîtin re bibin hevpar, ji bo parastina nîşandana ked û yekitiya gelan, min karê xwe bi siyasetê berdewam kir, bê buman ev gelek hêsan ne bû. Wek gelek siyasetmedarên jin ên Kurd ez jî rastî gelek astengiyan hatim. Di sala 2016’an de hatim girtin û min xistin girtîgehê. Dûvre rojek payîzê, dayika min jiyana xwe ji dest da hêsir ji çavên min hatin. Beriya ku ez êşa wê derbasbikim, min hovîtiya ku li ser cenazeya wê û êrîşkariya kesên ku gorek pir dibînin dît. Divê ev yek li evîndarên me û dayikên me nehata kirin. Dayika min yek ji dayikên ku li vê erdnîgariyê tevî hemû êşan li ber xwe da bû. Hêdî hêdî bîranînên min ji holê radibin jî, tiştên hatiye jiyîn ji bîra min dernakeve. Ez dixwazim tiştên hatine jîyin ji hişê xwe derxim. Na na bila ev bên jêbirin, ez naxwazim wan dengan bibihîzim.”
"Ez dixwazim bêtir we bibihîzim"
“Tevî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' jî, îro mîna bi dehan girtiyên nexweş di bin tecrîdeke giran de me. Her çiqas hûn di girtinameyan de “terorîst” binivîsin jî, min rojekê jî dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet berneda. Ji xwe ji ber vê yekê ez hatim mehkûm kirin, hewl didin bidin jî bîr kirin. Ez li pişt dîwaran, dengên hevgirtinê yên bi hezaran kesî guhdarî dikim, ya ku me derxe ronahiyê têkoşîna bi rûmet a gelan e. Nizanim kesek dengê min bibihîze an ne, lê ez dixwazim bêtir we bibihîzim."