Evîndara ax û rojê lêkolîner û şopdara dîroka jinan: Nagîhan Akarsel

Di têkoşîna azadiyê de gelek jinên ku navê xwe bi tîpên zêrîn dane nivîsandin hene, Nagîhan Akarsel yek ji wan e bi sekn, nêrîn û fikrên xwe riya zanîn û zanistê ji jinan re vekir û bû çira ji bo jinên ku li rastiya xwe digerin.

HÊRÛ ELÎ

Navenda Nûçeyan – Nagîhan Akarsel, jineke şoreşger û pêşeng a têkoşîna jinan bû. Di sala 1977’an de li gundê Xêlekan ê girêdayî bajarokê Gulyazê yê Konyayê ji dayik bû. Tevahiya jiyana xwe di riya têkoşîn û xebatên ji bo azadiya jinan de derbas kir û heta 4’ê Cotmeha 2022’an di êrîşeke dewleta Tirk bi hevkariya sîxuran li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê, nêzî mala xwe hat kuştin rêwîtiya xwe domand.

Zarokatî û bandora xwezayê

Zarokatiya wê di nava xweza û deşta fireh a gund de derbas bû. Ew bi bîranîn û serpêhatiyên zaroktiya xwe ve girêdayî bû, her dem behsa azadî û bedewiya xwezayê dikir. Bandora çand û kevneşopiyên gund, pîroziya roj, agir û genim, di dilê wê de hezkirineke kûr ji bo herêmên Dêrsim û Şengalê çêkiribû. Êş û xemên gelan jî bûbûn çarenûsa wê ya hevpar.

Destpêka xwendinê û zextên li ser zimanê Kurdî

Nagîhanê li cihê ku lê ji dayik bûye dest bi xwendinê kir û li wir dibistana amadeyî qedand. Di sala yekem a xwendinê de, wê zextên li ser zimanê Kurdî hîs kir. Dema jê dihat pirsîn “Tu ji ku yî?”, wê digot “Ji Qonyayê me.” Lê mamosteyên Tirk bi zext dixwestin bibêje “Konya.” Nagîhanê bi îsrar digot  “Qonya”, ji ber ku ev yek bi qedexekirina zimanê Kurdî û tîpa “Q” ve girêdayî bû.

Hezkirina welat a bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Piştî ku li Enqereyê dest bi xwendina beşa ragihandinê kir, pergala jiyana bajarî û sermayedariyê bêzariyeke kûr di wê de çêkir. Ji ber vê yekê, wê ew li cihekî bi aramî û hesta hevjiyana rastîn geriya. Di Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê de xwe dît û paşê, di nava rêbaz û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hezkirina welat keşif kir.

Girtîgeh û xebatên rojnamegeriyê

Ji ber fikir, helwest û çalakiyên xwe yên di dema zanîngehê de, di navbera salên 2001 û 2007’an de hat girtin. Piştî berdana ji girtîgehê, di navbera salên 2008-2014’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de nûçegihanî kir. Nagîhan yek ji damezrînerên fikra rojnamegeriya azad bû, ji bo gelek rojnamevanan mamosteyî kir. Her wiha, di lêkolînên li ser pirsgirêka jinan û girîngiya azadiya jinan de, di dersên beşa xwendina jinan a Zanîngeha Hacettepeyê de beşdar bû. Wê di damezrandina yekemîn ajansa nûçeyan a jinan, “JINNEWS”ê de, roleke girîng lîst û di pêşxistina ragihandina jinan de têkoşîneke mezin meşand. Di cihên ku lê dixebitî, ji bo girîngîdayîna rojnamevanên jin, weke têkoşerek, mamoste û hevaleke nêzîk bû. Ji ber vê yekê, ne tenê di nava jinên Kurd de, di nava jinên ji neteweyên din ên Tirkiyeyê de jî hat naskirin.

Meşaleya Jineolojiyê

Nagîhan, li ser felsefeya jineolojiyê, “zanista jinê” bi coşeke mezin ji sala 2015’an ve bi kevirên xebitî. Wê bi baweriya xwe ya bi heqîqeta jinan û ezmûna têkoşîna wan, enerjiya jiyanê belav kir. Nagîhan ne tenê xwendekareke çalak a Akademiya Jineolojiyê bû, di damezrandin û rêvebirina Kovara Jineolojiyê de jî cih girt û bû meşaleya ronîkirina zanista jinan. Wê Jineolojiyê bi aqil û hestên xwe yên kûr gihand civakê, li Efrîn û Cizîrê gelek kes perwerde kirin û li Şengalê bi lêkolînên sosyolojîk ji bo rojnamegeriya jinan xebitî. Çîrokên dayîk û jinên ciwan belav kir û gaveke din ber bi heqîqetê ve avêt. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê şervanên azadiyê li ser jineolojiyê perwerde kir û bi vî awayî bû dilopeke şoreşa jinan.

Der barê xweşîkbûnê de wê got: “Ger em jiyanê xweşik nekin, hemû xweşikî di metirsiyê de ne. Xweşikbûn di azadkirina ruhê jinan de ye.”

Xeyala avakirina Pirtûkxaneya Jinan

Fikra vekirina pirtûkxaneyeke taybet a jinan di sala 2019’an de li Navenda Jineolojiyê ji aliyê Nagîhanê ve hat pêşniyarkirin. Wê xwest navendeke arşîv û pirtûkxaneyê ji bo berhemên jinên Kurd were vekirin ku girîngî bide pênûsa wêjeyî, hunerî, siyasî û aliyên din ên jinan, bibe çavkaniyeke dîrokî ji bo Kurdan û nasnameya jinan bê zanîn. Ev fikir ji bo Kurdistanê nû bû lê Nagîhanê ev ezmûn ji navendên hevbeş ên li welatên Rojava dîtibû, bi xwe re anî Silêmaniyê weke projeyek xist meriyetê.

Jinên Kurd di dîroka mirovahiyê de xwedî hebûn, dîrok û têkoşîneke mezin in û mohra xwe li serdemên cuda xistine. Niha jî jinên Kurd şervan û pêşengên têkoşîna azadiyê ne. Ji ber vê yekê, Nagîhanê bawer dikir ku divê navendeke taybet ji bo jinan hebe ku dîroka wan tê de were komkirin, ji ber ku di demên borî de dîroka jinan hatibû nivîsîn lê girîngî nedîtibû.

Navenda Jinan û Pirtûkxane

Navenda Jinan niha xwedî zêdetirî 3 hezar pirtûkan e, bi zaravayên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî pirtûk tê de hene. Ev pirtûk li ser jin, dîrok, wêje, çîrokên zarokan, roman, derûnnasiya zarokan û lêkolînên xwendekarên zanîngehê ne. Di Navenda Jineolojiyê de beşên arşîv, lêkolîn, dîjîtalkirin, pirtûkxane û hunerê hene. Beşa komkirina nivîs û lêkolînên jinan jî tê de heye. Bi vî awayî, jinên Başûrê Kurdistanê li dora vê navendê kom bûne.

Gotinên Nagîhanê yên li ser azadiyê

Nagîhan di raporek de wiha gotibû: “Gava herî sereke ji bo biryardarî û xwerêvebirina jinek, xwedîbûna bi hebûna wê ye. Ew pêvajoyeke gihîştina jinan a ber bi rastiya xwe ve ye. Riyek e ji bo xwegihandina xweşîkî û heqîqetê. Gihîştina xwebûnê azadiyê tîne. Dema azadî nebe, xwebûn jî nabe. Ji ber vê yekê, gava yekem bicihkirina bîrdoziya azadiya jinan e.”

Mîrasa Nagîhan Akarsel

Tevî ku Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê, di êrîşeke dewleta Tirk a bi hevkariya sîxuran de hat kuştin jî fikrên wê hê jî zindî ne û ji bo jinên têkoşer çavkaniya îlhamê ne.