Evîn Yûsif: Gava yekemîn a rojnamegeriya Kurdî bingehek ava kir

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif 124’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û got: “Ragihandina Kurdî di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi saya têkoşîna pêşengên rojnamegeriya Kurdî bûye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Yekemîn rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan di 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê ji aliyê kurê Mir Bedirxan Mîqdat Bedirxan ve hat derxistin. Piştî 75 salan ji derketina rojnameyê di sala 1973’an de li Başûrê Kurdistanê 22’ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hat qebûlkirin û pîrozkirin. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, çand û zanîna rewşenbîrî bi pêş ket. Têkildarî 124’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif nêrîna xwe anî ziman.

“Rojnamegeriya Kurdî bingehek girînge”

Evîn Yûsif girîngiya derketina rojnamegeriya Kurdî bi lêv kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Roja 22’ê Nîsana 1898’an ji bo ragihandina Kurdî bû bingehek girîng û sembola wê ya avakirina sazîbûnê. Îro rûniştandina sazî û dezgehên ragihandina Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya têkoşîna pêşengên rojnamegeriya Kurdî ye. Derfeteke girîng bi şoreşa Roavayê Kurdistanê re ava bû ku em karibin cihê xwe di xebatê rojnamegeriyê de bigrin. Rojnamegeriya Kurdî li ser bingeheke wêjeyê hat avakirin. Jin jî di nav vê rojnamegeriyê de roleke xwe ya girîng lîstin mînaka wê Rewşen Bedirxan e ku weke yekemîn rojnamegera jin a Kurd xebata rojnamegeriyê kir. Rewşen Bedirxan nivîsên li ser jinan dinvîsandin, rewşa jinan dida xuyakirin û dikaribû wê girîngiya jinan di hemû qadên jiyanê de bide pêş. Bi vê yekê ez dikarim bibêjim girîngiya Rojnamegeriya Kurdî ji pêşketinên me yên îro re bingehek ava kir.”

“Rojnamegeriya Kurdî bi afirîneriyê xwe gihand dilê hemû Kurdan”

Evîn Yûsiv astengiyên ku rojnamgeriya Kurdî rastî wan hatiye qal kir û wiha pê de çû: “Rojnamegeriya Kurdî ji gelek aliyan ve dihat astengkirin, ji ber desthildarên ku Kurdistan dorpêç kirine qedexe li ser Kurdan danibûn û nedihiştin karekî di ber doz û neteweya xwe de bikin. Ji bo wê hemû xebatên der barê rojnamegeriyê de bi veşartî dihatin kirin. Em vê jî bibêjin rojnameya Kurdistan li Misrê hatiye çapkirin yanî dîsa ne li Kurdistanê hatiye çapkirin, ji ber gelê Kurd rastî gefên herî zor û zehmet dihat. Cudahiya rojnamegeriya me ji rojnameyên desthilatdar jî ew e ku yên wan derfetên wan zêdetir bûn lê tevî wê jî rojnamegeriya Kurdî afrîner bû, dikaribû xwe bigihîjîne mal û dilê hemû Kurdan. Divê rojnamegeriya Kurdî bikaribe ji asta sînordariyê derbikeve û bêtir bikeve xizmeta civaka Kurd û li ser wê esasê kar û xebatên xwe yên siyasî, civakî û aborî bide meşandin.”

Evîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de salvegera 124’emîn a Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û wiha got: “Rojnamegeriya Kurdî dikaribû dengê xwe bigihîjîne tevahî cîhanê û civaka me bide naskirin. Her wiha çand, nasname û dîroka xwe bi tevahî gelan re parve bike. Em salvegera 124’emîn a Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamegerên Kurd pîroz dikin û dibêjin divê hemû rojnameger bibin destek ji bo pêşketina civaka xwe. Her wiha divê bikaribin bibin çav, ziman û mêjiyê gelê Kurd.”