Evîn Emîn: Em ê xwedî li mîrateya Nagîhan Akarsel derkevin
Rêvebera giştî ya xebatên Şengalê Evîn Emîn diyar kir ku sedema hedefgirtina Nagîhan Akarsel tirsa dewleta Tirk aji jinên azad e, got ku Nagîhan Akarsel, bi pênûsa xwe ji bo jinan bênavber têkoşiya ye û ew ê têkoşîna wê bidomînin.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Nagîhan Akarsel (Zîlan), di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik. Zarokatiya wê, li gundê wê derbas bû, xwendina xwe ya seretayî li wir temam kir. Piştre li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê xwend. Tevlî Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê bû. Di salên zanîngehê de, hesasiyeta wê ya li hemberî newekheviya zayendî ya di civakê de zêde bû.
Ji sala 2001’ê heta 2007’an di girtîgehê de ma. Piştî ku hat berdan, ji sala 2008’an heta 2014’an mîna rojnamevan û edîtora nûçeyan li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê xebitî. Piştre, ji bo ku kûrtir pirsgirêkên jinan binirxîne, li Zanîngeha Hacettepeyê beşdarî dersên lêkolînên jinan bû.
Nagîhan Akarsel, salên dirêj di qada çapemeniya azad de mîna nûçegihan û edîtorek, li dijî hişmendiya mêran û polîtîkayên dagirkeriyê rawestiya. Ne tenê di nava jinên Kurd de, di nava jinên li Tirkiye û herêmê de jî bû kesayetek navdar. Her wiha Nagîhan Akarsel, pêşengiya hewldanên ji bo sazkirina zanista jinan a "Jineolojî" kir.
Nagîhan Akarsel, di damezrandina akademiyên jineolojiyê de jî cih girt. Nagîhan Akarsel, yek ji damezrînerên Kovara Jineolojî û endamek kadroya edîtora kovarê bû. Bi van hewldanên xwe yên zanistî, kovarê di aliyê zanîstî de dewlemend kir. Nagîhan, gelek jinên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi vê zanistê da nasîn û bi dehan kampên perwerdeyê û semîner organîze kir. Ji sala 2019’an heta sala 2022’an ango heta roja ku hat kuştin, ji bo belavbûna zanista Jinelojiyê xebat meşand.
Di sala 2020’an de, ji bo damezrandina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd xebatan da destpêkirin. Armanca wê lêkolîna dîroka jinên Kurd û avakirina cihekî di pêşengên jinên rewşenbîr de bû. Nagîhan Akarsel, xebatan bi kelecanek mezin meşand. Lê belê, di 4’ê Cotmeha 2022’an de dema ku ji jib o biçe Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji mala xwe derket, li taxa Baxtiyarî ya Silêmaniyê ji aliyê îstîxbarata Tirk (MÎT) ve hat kuştin. Hevala Zîlan (Nagîhan) jiyana xwe ji dest da lê belê mîrate û fikra wê ya jineolojiyê, hê jî dibe çavkaniyek îlhamê.
Ji bo jinan navendeke zanistê ava kir
Rêvebera Giştî ya Xebatên Şengalê ya li Silêmaniyê Evîn Emîn, behsa Nagîhan Akarsel û xebatên wê yên ji bo jinan kir û wiha got: "Hevala Zîlan, ji hemû jinan re behsa jineolojiyê dikir. Nagîhan Akarsel, di têkoşîna rizgariya jinan de xwedî roleke girîng bû, dema ku hewl dida ji bo jinan pirtûkxaneyek ava bike, ji aliyê hêzên dagirker ve hat kuştin. Dagirker, ji dengê wê tirsiyan. Divê kesên ku dixwazin mafên xwe bi dest bixin, berpirsyarên vî sûcê, ceza bikin."
Evîn Emîn, diyar kir wê fikrên Nagîhan Akarsel di jiyana wan de zindî mane û got: “Mîrateya wê bi her jinê re dijî. Em ê vê mîrateyê biparêzin. Zanist, hemû astengiyan hildiweşîne. Pêşveçûn bi riya civakê û perwerdeyek baş pêkan e. Avakirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd a ji aliyê hevala Zîlan ve, ji bo jinên Kurd gaveke zanistî ya mezin bû."
Evîn Emîn, axaftina xwe wiha domand: “Nagîhan Akarsel, dema ku ji bo beşdarî civîna avakirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ji mala xwe derket, ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya sîxuran hat kuştin. Dijmin ji pêşketina jinan ditirsiya û potansiyela jinan mîna gef didît. Şehîd Zîlan jî li dijî dagirkeriya li ser jinan têdikoşiya. Lewma hat hedefgirtin. Her çendî Nagîhan Akarsel beriya avakirina pirtûkxaneyê hat kuştin jî pirtûkxane bi hevkariya jinên din hat damezrandin. Piştî hewldanên mezin navend hat damezrandin û têkoşîna wê berdewam kir."
‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û mafan zêdetir bikin’
Evîn Emîn, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku giyanê şehîd Zîlan aram bibe divê em têkoşîna wê bidomînin û riya wê bişopînin. Rola wê ya perwerdekar û rêxistinkar, di civaka wê de bi bandor bû. Divê em riya şehîd Nagihan mîna erk bibînin. Divê em xwendina xwe ya jineolojiyê dewlemendtir bikin û bi berxwedana xwe bersiva dijmin bidin. Kuştina wê ji bo me jinan sedema berxwedanê ye. Em ê ji bo parastina jiyan û mafên xwe bi hev re bihêztir têbikoşin. Em qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar dikin. Kuştina wê, encama tirsa dewletên herêmê ya li ser jinan û Jineolojiyê ye. Em ê vê têkoşînê bidomînin û xebatên Nagîhan Akarsel zêdetir bi pêş bixin.”