“Ev şer şerê hebûn û azadiyê ye”

Çalakvan, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran helwesat xwe ji bo Jîna Emînî serhildana Îranê diyar kirin û gotin: “Azadiya mirovên Kurd pêwîstî bi azadiya jinan û azadiya jinan jî pêwîstî bi azadiya ji fikrên ku jinan bêdeng kirine û zincîr kirine heye.

Navenda Nûçeyan - Çalakvan, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ya ji bo serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê û ji bo qetilkirina Jîna Emînî diyar kirin. Bibîr xistin ku ev rewş ne ya jinan e, ya civakek ku li azadiyê digere ye û ev şer, şerê hebûn û azadiyê ye.

Helwesta hinek ji kesayetên Başûrê Kurdistanê di torên civakî de nîşan dane û belav kirine wiha ne:

Çalakvan Evîn Refîq Sewze wiha got: “Her karê ku ji bo çewisandina jinan tê kirin û azadiya hebûna mirovan tê de tê windakirin, wê bi dawî bibe, giyanê Jîna Emînî ew yek anî bîra me dema ku jinên di destên çeteyên DAIŞ’ê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin, tişta ku cara yekem kirin şewitandina kincên reş bû.”

“Ev rewş ne ya jinan bi tenê ye, ya civakê ye”

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredax: “Xweşiktiya vê herêmê gelek e, rewşa herî xweşik a ku di vê rojê de li qadên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê dîtin e. Ev dused sal in hêzên hegomon û dewletên serdest hevpeyman çêkirine ku gel bêdeng bikin û bi nixumandina jinan zîhniyeta ayîngirî ya civakê û jinan kontrol dikin. Hewl didin di her warî de hemû tiştê kontrol bikin û hemû tişt li gorî dilê wan be. Çirûskek agir bi hemû xewn û xeyalên faşîstan ket û bû hêvî ji civakê re. Tu hêza serdest a cîhanê û herêmî û kevnperestiya navxweyî nikare şîrove bike. Ev rewş ne rewşa jinê ye, ev rewş  rewşa civaka ku li benda azadiyê ye, ev şer şerê hebûn û azadiyê ye.”

“Jin dibin pêşengên şoreşa li dijî sîtemkariyê”

Derhêner Hewraz Mehemed: “Azadiya mirovên Kurd pêwîstî bi azadiya jinan heye, azadiya jinan jî pêwîstî bi azadbûna fikrên dengê jinan heye. Ji Enfalê heta Şengal û gelek derên din êrîşên li ser jinên Kurd nîşan dide ku rewş çi ye û di çi astê de ye.

Cesê Elî Şerîf: “Ez dizanim ev komara dirinde hilweşiya ye, hêza wan a leşkerî, aborî û cemawerî nemaye, belkî berjewendiyên hêzên cîhanê ne bi siyaseta kemera sist li gel dewletên kendavê lîstikan dilîzin be. Ev jî heta serî naçe, îro be yan sibe be, Jîna be ya Xûmeyra wê her jinek serê vê rejîmê bixwe, rast e qetilkirina Jîna bû sedema pêlên serhildanê û rûyê reş ê rejîmê nîşan da lê belê karvedanên gelê me yê Rojhilat ewqas ciwan û şerefmend in ku em bi xwe nava wê rastiyê çi bibêjin em hê nizanin lê tevî her cure êrîşan em hê neketine em zindî ne! Tu gumana min nîn e piştî hilweşîna vê rejîma mezhebî piştî heta niv sedên din de ev rejîm û kirinên wê di bîra gel de bimînin.”