EUTCC bertek nîşanî êrişan da: Pêdivî bi kevokên aştiyê heye

Komîsyona Sîvîl a Tirkiyeyê ya YE (EUTCC) daxwaz kir ku tavilê êrişên dewleta Tirk ê li ser Rojava raweste û got: “Li şûna barana bombeyan pêdivî bi kevokên aştiyê heye.”

Navenda Nûçeyan – Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan caran cihên sîvîlan hat hedefgirtin û jin û zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Komîsyona Sîvîl a Tirkiyeyê ya YE (EUTCC) di daxuyaniya xwe ya derbarê êrişan de got: “Heman rojê piştî tecrîda sê salan a li ser Pêşengê Siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan destûr hat dayîn ku Parlementerê Dem Partî Omer Ocalan serdana wî bike. Abdullah Ocalan xwest ku ev peyam bigihîje raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.’ Vayê divê em ji vê derê destpê bikin.”

‘Divê êriş rawestin’

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tavilê tecrîd bidawî bibe û ev tişt hat gotin: “Weke ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî daxwaz dike, biryara ku di sala 2014’an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di çarçoveya hiqûqa hêviyê de daye bê ku were derengxistin divê bê pêkanîn. Azadiya Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û bi wateyekê tam rabûna bi rola xwe ya di aştiya li Rojhilata Navîn de elzem e. Divê Tirkiye tavilê êrişên xwe yê li ser Iraq û Sûriyeyê ku hiqûqa navnetewî binpê dike rawestîne. Ji bo vê di serî de Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê divê aliyê civaka navnetewî ve Tirkiye bê şermezarkirin, tedbîrên zelal bê girtin û tavilê sepan bê pêkanîn.”