Esnafên Colemêrgê kepengên xwe girtin

Esnafên Colemêrgê ji bo ku qeyûm û cezayê li hevşaredar Siddik Akiş hat birîn şermezar bikin kepengên dikanên xwe anîn xwarê.

Navenda Nûçeyan- Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin 19 sal û 6 meh ceza hat birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Mehmet Siddik Akiş were girtin.

Piştî biryarê çalakiyên li bajêr dîsa dest pê kirin. Esnafên bajar bi girtina kepengên dikanên xwe biryarê şermezar kirin.