Ermeniyên Hesekê 8’ê Adarê bi şahiyekê pîroz kirin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê gelê Ermenî bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Hesekê şahiyek li hola Reşo li dar xistin.
Hesekê - 8’ê Adarê Roja Jinên Cîjanê bi ked û têkoşîna jinan hat naskirin. Bi boneya nêzîkbûna vê rojê Jinên Ermenî şahiyek li hola Reşa ya taxa Mişêrfê a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Hola Reşo bi wêneyên jinên xwedawendên Ermenî, pankartên bi nivîs “Jin jiyane” û “Bi rihê 8’Adarê emê asta têkoşînê bilind bikin” hat xemlandin. Şahî bi tevlîbûna Kongreya Star, Saziyên Civaka Sivîl bi deqeyek rêzgirtin des pê kir. Di despêkêş de Hevseroka Meclisa Encumana Ermenî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Arîv Qwsebiyan 8 Adarê li tevahî pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Pîroz kir.
“Emê bi rihê 8’ê Adarê xwedî li dîroka xwe derkevin”
Arîv Qwsebiyan da zanîn ku ew jinên Ermenî 8’ê Adarê weke roja bilindkirina têkoşînê dibînin û wiha domand: “Em wekî jinên Ermen vê rojê weke roja têkoşîna xwe û hemû jinan dibînin. Roja 8’ê Adarê roja xelsiya ji êş û îşkenciyê ye. Bi rihê 8’ê Adarê emê xwedî li dîrok û hebûna xwe derkevin.”
“Bi keda jinên berxwedêr em gihane vê astê”
Qomîteya Jin a Meclisa Encumana Ermenî ya bajarê Hesekê Enûş Teteryan jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê Roja serhildanê ye û wiha berdewam kir: “Di dîrokê de jin li hember neheqiyê û mafxwestinê serî hilda. Bi keda wan jinan îro em wekî jinên Ermenî dîroka xwe nasdikin û zimanê xwe zindî dikin. Bi keda gelek jinên berxwedêr em gihştin vê astê. Em vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin.”
“Dema em dibêjin jin têkoşîn tê bala mirov”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Ermenî Yêrîvan Serêkaniyê jî 8’ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û got: “Dema em dibêjin jin têkoşîn tê bala mirovan. Em wekî meclisa Leşgerî ya Ermeniyan bang li hemû jinan dikin ku koletî qebûl nekin û li hemberî cureyên şidetê serî hildin. Bi rihê 8’ê Adarê emê hemû jinan ji cureyên şidet û dagirkeriyê biparêzin. Em tu carî komkojiya 1915’an jibîr nakin û li himberî wê îro rêxstinbûyîna me bersiva herî mezine.”
Paşê koma Ararat û Hunermend Yara Ehmed stran gotin.
Şahî bi pêşkêşkirina Şanoya bi navê “Min winda kiriye’ bi dawî bû.