‘Erka rojnamavanan ragihandina rastiyê ye’

Serdana şandeya rojnamevanên azad ku ji Ewropayê hatin başûrê Kurdistanê berdewam dike. Endama şandeyê Jalane Neqşîbendî diyar kir ku her rojnamevanek ji bo rastiyan ji civakê re ragihîne xwedî heman armancê ye.

Silêmanî- Şandeyek ku ji 6 rojnamevanên Kurd û biyanî pêk tê, li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.

Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Dilêr Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, serdana rêxistinên taybet ên çapemeniyê dike. Armanca serdana wan komkirina dengê ragihandinê û ji bo dosyakirina qetilkirina herdu jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin.

‘Her rojnamevan ji bo xwe bigihîjîne rastiyê têdikoşe’

Rojnamevan û endama ROJIN’ê Jalane Neqşîbendî wiha behsa amanca serdanê kir û got: “Du armancên şandeyê hene; ya yekem ji bo xemgîniya xwe anîna ziman û hevsoziya xwe ya li gel rojnamevanên azad li başûrê Kurdistan û malbenda şehîdan bû ku bibêjin êş û azara rojnamevanan a hemûyan e. Armanca girîng a rojnamevanan heye, ew jî ji bo hemû civakê nîşandan û gihandina rastiyê ye.”

‘Divê li dijî binpêkirinan em bêdeng nebin’

Jalane Neqşîbendî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mixabin niha li başûrê Kurdistanê çapemeniya partiyan perde daye rastiyan. Ji ber vê em weke rojnamevanên çapemeniya azad erkê me ew e ku perdeyê li ser rastiyan rakin û derxin holê. Sedema din a hatina şandeya me ew e ku, hemû rojnamevan ji her dengê çapemeniyê, bikaribe bi hev re dosyayek li ser asta navneteweyî ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî rojnamevanan tê kirin çêbikin. Rojnamevan xelkên sivîl in. Ev komkujî, qetilkirin, desteserkirin û şikandina kamerayan ne karekî rast e û li hemberî van binpêkirinan nabe ku em bêdeng bibin.”

Jalane Neqşîbendî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez hêvî dikim ku êdî rojnamevan neyên qetilkirin û yên girtî werin berdan. Divê ku dengê rojnamevanan neyê qutkirin. Bi hêviya ku bikaribin bigihîjin armanca xwe û dengê azad û dengê jinan li hemû cîhanê belav bikin.”