Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bang kir ku rê li ber dagirkeriya tirk were girtin
Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê bang li civaka navnetewî kir ku rê li ber dagirkeriya tirk were girtin û carek din dagirkeriya Efrînê dûbare nebe.
Silêmanî - Li Emnesor ya bajarê Silêmanî Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku ji komek nunerên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê pêk tê, li kolana Emnesureke ya li Silêmaniyê, ji bo 10’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek çapemeniyê da û daxwaz kir ku rê li ber dagirkeriya tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê bê girtin.
“Divê rêxistinên navnetewî xwedî helwest bin”
Endamê Eniya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Doktor Nîkola Eşref wiha axivî: “Armanca me ew e ku em bala civaka navdewletî bikşînin li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê. Bi taybet niha di civîna di navbera Rusya, Tirkiye û Îranê ya li Tahranê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin. Divê rêxistinên civaka medenî û navdewletî xwedî helwest bin û karên cidî ji bo rêgiriya êrîşên dagirkeriyê bikin.”
“Divê rê li ber dagirkeriyê bê girtin”
Endamê Eniya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Bextiyar Mistefa daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha got: “Em piştgiriyê didin banga 33 partiyên Rojavayê Kurdistanê ya ji balafiran re girtina asîmanê Rojavayê Kurdistanê. Dewleta tirk bi alîkariya komên terorîst, bikaranîna çekên qedexekirî, êrişî ser bajar û gundan dike û dagir dike. Ev jî li gorî yasaya navnetewî, binpêkirin e. Pêwîst e Emerîka, Rusya, Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymana Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, NATO, Yekîtiya Ewrupa, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, Hikumeta Herêmê, Rêxistinên Navnetewî, kesayetên demokrasîxwaz yên cîhanê, vê rastiyê baş bizanin û bi hemû awayî rê li ber êrişên dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê bigrin.”