Endonezya pêşnûmeqanûnek girîng ya li dijî tundiya zayendî erê kir
Li Endonezya ya ku li cîhanê yek ji welatên Îslamê yê herî mezin e, rûxmê mûxalefeta mezin jî pêşnûmeqanûna ku li dijî tûndiya zayendî hatiye amadekirin hat erêkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Endonezya pêşnûmeqanûna têkoşîna li dijî tûndiya zayendî yekemîn car di sala 2012’an de hat pêşniyarkirin. Di encama dijber derketina mûxafazakarên welat bi awayekî 10 sal dernegmayî hat erêkirin. Piştî deh salên derbasbûyî pêşnûmeqanûna têkoşîna li dijî tûndiya zayendî ji pêşnûmeqanûnê derket û êdî bi zagon bû.
Hêvî dikin ku bûyerên tûndiya zayendî kêm bibe
Derbarê pêşnûmeqanûnê Seroka Meclîsê Poe Maharani got “Em hêvî dikin ku ev zagon bûyerên tûndiya zayendî kêm bike.”
Çalakvanên jin pêşnûmeqanûnê bi kêfxweşiyekê mezin pêşwazî kirin.
Kesên êrişên zayendî, taciz û zewaca zarokan dikin dê bêne girtin
Li gor çalakvanên mafên jinan derbarê tûdniya zayendî de nebûna zagonan rê vedikir ku di van mijaran de bûyer û sûc zêde bibin. Li gor pêşnûmeqanûnê û agahiyên ku di nav pêşnûmeyê de derbas dibe dê di sûcên fîzîkî û ji derveyî zewacê û taciza zayendî de heyanî 12 salan, di îstîsmara zayendî de 15 sal, bi darê zorê pêkanîna zewaca zarokan de heyanî 9 salan cezaya girtinê pêk were.
Ji vir û şûnde wê di taciza zayendî de jî ceza were pêkanîn û xizmetên mîna piştevaniyê ji bo kesên rastî êrişê hatiye were pêkanîn. Pêşnûmeqanûn kûrtajê jî dihewîne lê heya niha derbarê vê de agahiyek nehate bidestxistin