Endamtiya tam a Filistînê wê li NY’ê pêşkêşî dengdanê bê kirin

Pêşnûmeya biryarê ya têkildarî endamtiya tam a Filistînê wê sibê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Tê payîn ku pêşnûmeya biryarê ya têkildarî endamtiya tam a Filistînê, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Nûnertiya Daîmî ya Filistînê ya NY’ê, di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de ragihand ku pêşnûmeya biryarê li ser navê Koma Ereb ji aliyê Cezayîrê ve hatiye amadekirin. Di metna pêşnûmeya biryarê de wiha hat gotin: "Ji Lijneya Giştî ya NY’ê re qebûlkirina endamtiya tam a Filistînê hat pêşniyarkirin.” Tê payîn ku pêşnûmeya biryarê di civîna wezîran a Filistînê ya dê di 18’ê Nîsanê de li KENY’ê bê lidarxistin de, pêşkêşî dengdanê bê kirin.