Endamên tendirustiyê yên Helepçe çalakî lidarxistin

Tayînkirina 100 endamên tendirustiyê li Zaxo bû sedema nerazîbûna sedan endamên tendirustiyê yên xwebexş û bi peyman, li beramberî vê yekê karmendên tendirustiyê yên Helepçe çalakî li darxistin.

Helepçe - Li herêma Kurdistanê 12 sale tayînkirin hatiye rakirin,  niha tayînkirina 100 endamên tendirustiyê li Zaxo bû sedema nerazîbûna sedan endamên tendirustiyê yên xwebexş û bi peyman. Di çalakiyê de gelek xwebexş û endamên tendirustiya Helepçe yên bi peyman amadebûn û daxwaza kirin ku daxwazên wana were pêkanîn yan jî wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

“Divê  keda me li ber çavan were girtin”

Çinar Abdula ku di sala 2015’an de weke xwebexş di tendirustiya Helepçe de di xebite wiha got: “Hêjmarek zêde ya xwebexşan ev 5 sal zêdetire valetiya di qada tendirustiya Helepçe de tîjî kirine, divê ev keda me li ber çavan were girtin. Cûdahiya di navbera herêma  kesk û zer de ewe ku herêma kesk Silêmaniye ji ber di bin desthilatdariye Yekitiyê deye û herêma zer Hewlêre ew ji dibin desthilatdariya Partiyê deye. Ji ber di dema bûrî de, li Zaxo hêjmerek zêde ya endamên tendirustiyê hatin tayînkirin, ger vê hêjmarê li ser çar bajaran werin dabeşkirin wê heryek hinek berbikevin.”

Di çalakiyê de piraniya wan fermanber û karmendên bi peyman amadebûn ji bo piştgirîkirina endamên tendirustiyê, Baxan Ferîha ku beşê persdarî temam kiriye bi peyman di nexweşxaneya Helepçe de di xebite wiha got: “Dema ku em weke persdar li gel nexweşan bûn, kesûkarê nexweşan ne dikarîn li gel nexweşan bin, niha em bang li hemû endaman dikin piştgiriya endamên xwebexş bikin daku bi fermî tayîn bibin.”