Endama SES'ê Ferda Aytek Toz ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da
Endama SES'ê Ferda Aytek Toz a biriyara KHK’ê ji pîşeyê xwe hatî derxistin ji ber nexweşiya ALS'ê jiyana xwe ji dest da.
Amed - Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Ferda Aytek Toz ji ber nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) jiyana xwe ji dest da. Ferda ya ku di 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Biryarê de (KHK) ji pîşeya xwe hat îxrackirin di qada jin û sendîkayê de xebat daye meşandin.
Wê cenazeyê Ferda Aytek li Goristana Yenikoyê bê definkirin.