Endama Parlamentoya Ewropayê: Li Rojava jin ji bo mafên xwe têdikoşin
Endama Parlamentoya Ewropayê Katrîn Langensiepen li ser têkoşîna jinan a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Jin ji bo mafên xwe li Rojava têdikoşin û cihên xwe di rêveberî û siyasetê de girtine."

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Endama Parlamentoya Ewropayê Katrîn Langensiepen di serdana xwe ya bajarê Suweyda yê Sûriyeyê de, ezmûna jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku jin di nava Rêveberiya Xweser de ji sedî 50 cih di rêvebirî û siyasetê de digrin.
'Çima em maseyê li ser rûyê mêran nazivrînin'
Katrîn Langensiepen behsa serweriya feraseta mêr li ser biryarên cîhanê û têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe kir û wiha axivî: "Di tevahî sîstemên siyasî yên cîhanî de tenê cihek ji jinan re tê dayîn. Ev cih jî sînorkirî ye. Ev zihniyet jî wê fikrê berdewam dike ku divê jin di qadeke teng de bimînin. Di heman demê de mêr dikarin di hemû waran û cih bigrin û hebûna xwe îsbat bikin. Ji ber vê yekê çima em maseyê li ser rûyê mêran nazivrînin? Çima em hemû cihan ji jinan re pêşkêş nakin û tenê cihekî diyar ji mêr re vediqetînin? Ev yek wê bihêle mêr nikevin wê ferqê ku jin ji bo îsbatkirina cihên xwe di biryardayînê de di nava têkoşînê de ne."
'Têkoşîna jinan di nava Rêveberiya Xweser de'
Katrîn Langensiepen çareseriya pirsgirêka nedayîna mafêm jinan anî ziman û got: "Çareseriya vê pirsgirêkê sîstema kotayê ye. Her wiha wê alîkariya dîrokî ya bi dehan salan mêr kiriye bin serdestiya xwe serarast bike.” Katrîn der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser de wiha dibêje: "Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan îsbat kir ku kota ne tenê fikreke ew rastiyek e. Di nava rêveberiyê de jinan bi rêjeya ji sedî 50 cih girtine. Di heman demê de jinan cihê xwe di nava zagon û destûran de jî girtine."
'Jin ji bo mafên xwe têdikoşin'
Katrîn Langensiepen bal kişand ser cudakariya ku di navbera her du zayendan de li cîhanê tê meşandin û wiha got: "Mafên jinan li tevahî cîhanî di nava xeterê de ne. Jin rûbirûyî kêşeyan dimînin. Hewl didin bi hemû hêza xwe bigihîjin saziyên xizmetguzariyê, mafên xwe di hevberdan, kar û wekheviya bi mêran re bi dest bixin. Di heman demê de hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî hewl dide parlamentoya Ewropayê îqna bike ku ew beşdariyên jinan di nava sîstema xwe de bi pêş dixe lê civaka navneteweyî ji nêz ve rastiya wê dişopîne."