Endama Kongra Star Hêva Erebo di êrişa hewayî de hat qetilkirin
Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo û endamê PYDˋê Dilawer Erebo di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) hatine qetilkirin.
Dilawer Ebdulqadir Erebo ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 1990ˋî de hatiye dinê, Hêva Erebo jî ji heman bajarî ye û di 1981ˋê de li gundê Delîk ê Dirbêsiyê hatiye dinê.