Endama KNK Kiwêstan Dawudî koça dawî kir

Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê danê sibehê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî, ji ber nexweşiya penceşêrê îro danê sibehê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Kiwêstan Dawudî, xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û di nava malbatekî welatparêz de dayîkbûye. Endama Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan-Îranê bû. Ji ber xebatên siyasî û çalakiyan çend caran ji aliyê rejîma Îranê hat girtin û di gîrtîgehê de maye. Ji ber berdewamkirina xebatê xwe û têkoşînê koçî Ewrûpa kir û weke endamê Kongereya Netewî ya Kurdistanê xebatên siyasî berdewam kir. Kiwêstan Dawudî ku çend sal bû endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê bû û her wiha di aliyê dîplomasî de jî xebat dikir. Li her beşek yê Kurdistanê ku derfetê têkoşînê lê hebû, bê ku sînorên hatîn ferzkirin bibîne, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.

Kiwêstan Dawudî ji ber nexweşiya xwe nedikarî bejdarî çalakiyên ji bo piştgiriya şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengtiya jinan destpêkirî bibe û wiha dinivise:

“Ji ber rewşa tendurûstiya min mixabin, ez nikarim bi dilê xwe di çalakiyên ji bo gihandina dengê azadiyê û jinan li kêleka we li Rojhilat û Îranê beşdar bibim. Ez li vê derê sersaxiyê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Niha şoreşa jinan berdewam dike û divê xebat û têkoşîn berdewam bike. Gelek giring e ku rê nedin destkeftî ji holê rabin. Berî demekî min soz dabû çend havalên xwe ku bi cilê Kurdî sîrûdekê ji bo vê têkoşînê bêjim, mixabin min pêk ne anî û hûn li ser vê riyê berdewam bikin.”

KNK: Em ê axîn û wesayetên te pêk bînin

Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê de ev tişt hate gotin: “Xebera xembar û dilsoj a wefata Endama Konseya Rêveber a KNK ê Birêz Kiwêstan Dawudî, gihişt me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Kiwêstan Dawudî, di destpêka şoreşa Rojhilata Kurdistanê de cihê xwe girt û ji ber wê xebata xwe kete zindanên rejîma Îranê. Demeke dirêj di zindanên rejîmê de ma. Piştî ji zîndanê derket, xebata xwe berdewam kir û derket derveyî welat. Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêziyê de xebatkarek çalak bû. Birêz Kiwêstan Dawudî, ji pazdeh salan zêdetir e endamek çalak a KNKê bû û her wiha endama Konseya Rêvebir ya KNK'ê bû. Di hemû kar, çalakî û civînên KNK’ê de weke endameke serkêş amade bû. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Dema ku serhildanên li ser şehadeta Jîna Emînî dest pê kirin, Heval Kiwêstan bi wî halê xwe yê nexweşiya giran de jî, tevlî çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt. Wefata Hevrê Kiwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, windahiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Kiwêstan Dawudî gelek xemgîn in, xemgînîya malbatê û dost û hevrêyên wê parve dikin. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wê re dixwazin. Hevrê Kiwêstan, bila çavên te li şûn nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesayetên te pêk bînin.”