Endama Desteya Jin Sîwan Îsa jiyana xwe ji dest da

Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Sîwan Îsa dema li ser erka xwe bû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku endama wan Sîwan Îsa dema li ser karê xwe bû jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyanî wiha ye:

“Endama Desteya Jinan a Kantona  Cizîrê Sîwan Îsa duh dema li ser karê xwe bû jiyana xwe ji dest da. Sîwan di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Ji bo pêkanîna rêgezên neteweya demokratîk , azadiya jinan û parastina mafên wan bi salan di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kir. Herî dawî weke rêvebera navenda parastin û rehabîlîtasyona jinan a girêdayî Desteya Jinan a Kantona Cizîrê kar meşand. Bila serê malbat û hevreyên şehîd Sîwan sax be. Em ê xeta şehîd Sîwan bidomînin û armancên ku ji bo wê şehîd bûne, bi cih bînin. ‘Şehîd namirin.’”

Cenazeyê Sîwan Îsa wê îro li gundê Qîra yê bajarê Amûdê were veşartin.