Emîne Şenyaşar wê emeliyat bibe

Emîne Şenyaşar ku du kurê wê û hevjînê wê ji aliyê parêzvanên parlamenterê berê yê AKP’ê û xizmên wî ve hat qetilkirin, sibê wê emeliyat bibe.

 Enqere – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ku ji êrişan bi birîndarî xelas bûbû duh têkoşîna xwe ya edaletê veguhestin ber deriyê Serokatiya Meclisê. Emîne Şenyaşar çalakiya xwe di roja çaran de berdewam kir.

Emîne ku îro heta nîvro çalakiya xwe domand, piştî nîvro çû Nexweşxaneya Guven.  Emîne wê  sibê ji nexweşiya guatrê emelyat bibe.