Emîne Şenyaşar roja cejnê jî li ber deriyê edliyê ye

Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re roja cejnê jî li ber deriyê edliyê bû got: “Heta edalet bi cîh neyê emê ji ber derê edliyê bi tu cihan de neçin.”

Riha – Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja 420’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar jî got ku tevahiya Remezanê li pêşiya edliyeyê derbas kirine û wiha bi dawî kir: “Min hêvî dikir ku kurê min di vê cejnê de li gel mebûya. Lê kurê min nehate berdan. Hemû kes dizane ku tu sûcekî wî nîne. Bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ez neviyên xwe li malê dihêlim û têm ber deriyê edliyeyê. Ez edaletê ji bo her kesî dixwazim. Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vê derê neçim. Heke ez bimrim jî bila li vir bimrim.”

Malbatê, cejna kesên hatine serdana wan pîroz kir.