Emîne Şenyaşar li benda edaletê ye
Emîne Şenyaşar 379 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza xwe ya edaletê tîne ziman.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê, di roja 376’an de ye.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe li ber edliyeyê didomînin. Gelek jinên ji edliyeyê derdikevin serdana Emîne Şenyaşar dikin.
Emîne Şenyaşar spasiya kesên piştevanî dan kir û got, “Kurê min di girtîgehê de ye. Ez dixwazim kurê min were berdan. Kurê min rehîn girtine, bernadin. Zêdeyî salek e em di vê sermayê de nobetê digirin. Bila kurê min bê berdan ku em nobetê biqedînin." Emîne Şenyaşar a wêneyê ambûlansê ku li ber Nexweşxana Dewletê ya Pirsûsê kevir bi ser hatî barandin nîşan da û got, ''Em benda edaletê ne. Edaleta vê hikûmatê nîne. Bes e êdî bila kurê min berdin.''