Emîne Şenyaşar ji emeliyatê derket

Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne, ji ber guatirê emeliyat kirin. Emeliyat serkeftî bû û 2 saetan ajot.

Enqere-Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe ya roja 5’an ya li ber deriyê meclîsê de berdevam kir emeliyat bû.

Emeliyata ku ji ber guatirê li Nexweşxaneya Guvenê ya navçeya Ayranciya Enqereyê hat kirin bi qasî 2 saetan dewam kir. 

Li gorî agahiyên ku bijîşkan dane; Emeliyat serkeftî bû. Emîne Şenyaşar dê heta 26’ê Tebaxê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bimîne.