Emîne Şenyaşar hat xelat kirin

Ji aliyê Odeya Tabîban a Amedê ve ji Emîne Şenyaşar re xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" hat dayîn. Emîne Şenyaşar a ku xelata xwe girt wiha got: "Ez ê dev ji têkoşînê bernedim."

Navenda Nûçeyan- Odeya Tabîban a Amedê îsal xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" da Emîne Şenyaşar. Odeya Bijîşkan ji bo dayîna xelatê li otêleke navçeya navendî Yenîşehîrê merasîmek li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci bi rêya zoomê tevlî bernameyê bû, parêzerê malbata Şenyaşar Hidayet Enak, nûnerên partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan û Dayikên Aştiyê jî amadebûn.

“Me parastina demokrasiyê ji xwe kir rêgez”

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di merasîmê de axivî û got, “Me li hawîrdora ku binpêkirin tên jiyan kirin ji bo parastina aştî û demokrasiyê ji xwe rêgez pejirand. 27 sal in em Xelata Aştî, Dostanî, Demokrasiyê li dar dixin. Em vê xelatê didin kesên ku tevî her cure pêkanînên antîdemokratîk, zext û binçavkirinan têdikoşin.”

"Pêvajoya darizandinê ji dabînkirina edaletê dûre”

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku daraza ku girêdayî desthilatdariya siyasî ye, di neheqiya ku li malbata Şenyaşar tê kirin de xwedî parek mezin e û wiha got: “Bi taybetî nîşaneya herî mezin a girêdayîbûna darazê ew e ku desthilatdariya siyasî hin rewşan ji perspektîfên xwe pênase dike û darazê bi rê ve dibe. Bi taybet dema em li serpêhatiyên malbata Şenyaşar dinêrin, em dibînin ku ev helwest berdewam dike. Tevî ku ev 4 sal derbas bûn jî, mixabin pêvajoya darizandinê ji dabînkirina edaletê dûr e. Serokomartî ji destpêkê ve wekî her bûyerekê axaftinek danasînê kir û talîmat da darazê û wek her carê behsa terorê kir. Di dawiyê de ev hemû hesta edaletê ya di nava civakê de diêşîne û jiyana hevpar a aştiyane ji holê radike. Di van şert û mercan de helbet erka me ew e ku em serpêhatiyan eşkere bikin û bi raya giştî re parve bikin. Ev jî beşek ji têkoşîna me ya edaletê ye. Û ev yekîtî wê bihêle ku em di nav aştî, dostanî û hevgirtinê de bijîn. Dixwazim diyar bikim ku ez gelek keyfxweşim ku xelata aştî, dostanî û demokrasiyê bi malbata Şenyaşar re parve dikim.”

“Ez ê dev ji têkoşînê bernedim”

Piştî axaftinan sînezvîyonek hat nîşandan.Piştî sînevîzyonê Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTB'ê Mahmût Ortakaya xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" da Emîne Şenyarê.  Emîne Şenyaşar a ku xelat girt, diyar kir ku piştî bûyerên ku hatine jiyîn nikarin li malê bisekinin û got ku ew li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin. Emîne Şenyaşar diyar kir ku malbata Yildiz malbateke tarî ye û dê dest ji têkoşîna edaletê bernede.

Piştî dayina xelatan merasîm bi dawî bû.