Emîne Şenyaşar: Bila Fadil berdin, êdî bes e

Emîne Şenyaşar roja ewil a Cejna Qurbanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir û wiha got: “Malbata min qetil kirin. Ev nêzî salek û nîve êdî pêşiya edliyeyê bûye mala min. Gelo Erdogan û hevjîna xwe Emîne jî van tişta nabînin?”

Navenda Nûçeyan - Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike. Malbat, di serê sibehê ya roja ewil a Cejna Qurbanê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir. 

“Ev salek û nîv e êdî mala min bûye pêşiya edliyeyê”

Dayika Emîne Şenyaşar jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Îro cejn e lê em li malê nînin. Min zarok û neviyên xwe berdan û hatin vê derê. Kurê min Fadil ev 5 sal in di hucreyê de tê ragirtin. Yên ku ev yek kirin çima nayên cezakirin? Qeydên kamerayan vedişêrin. Bila Fadil êdî were berdan. Malbata min qetil kirin. Malbat û neviyên min perîşe kirin. Ev salek û nîv e êdî mala min bûye pêşiya edliyeyê. Gelo ma Erdogan û hevjîna wê Emîne jî van tiştan nabînin?” 

Welatiyên ji derveyî bajêr hatin û endamên Baskê Jinan a CHP’a Rihayê jî di roja ewil a cejnê de çûn serdana malbatê. 

“Ew tenê tiştek dixwaze ew jî edalet e”

 Malbatê bi etîketa @valisalihayhan û @bybekirbozdag ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Îro Cejna Qurbanê di şert û mercên normal de mezin li malê dimînin û li benda zarok û neviyên xwe ne. Ev hêlîna dayikê ji aliyê wekîlekî û alîgirên wî ve hatiye şewitandin. Mala wî bû edliye. Tiştê ku ew dixwaze EDALET e!”