Emîne Şenyaşar bang li Serokomar Erdogan kir
Emîne Şenyaşar a ku 326 roj in nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Ger kurê min bernedin heta ku ez dimirim ez ê li pêş edliyeyê bim.”
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 326’an de ye. Emîne û Ferît Şenyaşar ên li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyeyê, di saetên sibehê de dest bi çalakiya xwe kirin.
Emîne Şenyaşar a diyar kir saleke li pêş edliyeyê daxwaza edaletê dikin, xwest kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan. Emîne Şenyaşar wiha axivî: “Bila ev zilm êdî xelas be. Çend demsal in em li pêş edliyeyê rûdinin. Dozger bi me re hevdîtin nake. Êdî besê bila kurê min berdin, em jî vegerin mala xwe. Zivistane em nexweş in. Berî ku ez bimirim dixwazim kurê xwe bibînim, ez wisa bimirim. Ger kurê min bernedin heta ku ez dimirim ez ê li pêş edliyeyê bim. Zilmeke mezin kirin, zilmeke wisa nehatiye dîtin. Di nava dikanê de kurê min kuştin.”
Bang li Serokomar kir
Emîne ya bang li Serokomar Tayîp Erdogan kir û wiha got: “Êdî bes e kurê min berdin. Alîkariya me bikin. Tu dizanî çawa hatin kuştin, li nexweşxaneyê çi kirin dizanî. Zarokên min kuştin, çavên hevjînê min bi demiran derxistin û qetilkirin. Ev zilmeke çawa ye. Ez nexweş im divê emeliyat bibim. Tu sûcê zarokên min nîne. We ew (Îbrahîm Halîl Yildiz) çima kir wekîl. Ev tenê komkujiyan dikin. Tu çima van serbest berdidî.”