Emîne Şenyaşar bang li dadgehê kir

Emîne Şenyaşar di roja 122’an çalakiya xwe de ji bo danişîna kurê xwe Fadil Şenyaşar ku wê di 7’ê Hezîranê de bê dîtin got: “Bila her kes were, çiqas parêzer hebe bila werin. Em benda we ne.”

Enqere- Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 121'an de didome.

Emîne Şenyaşar ji aliyê Rêxistina Parêzgeha Enqereyê ya Partiya Karker (EMEP) ve hat ziyaretkirin. 

Bang li dadgehê kir

Emîne Şenyaşar ji bo rûniştina kurê xwe Fadil Şenyaşar di 7’ê Hezîranê de ev bang kir: “Roja înê saet di 10.00’an de rûniştina kurê min heye. Bila her kes were, çiqas parêzer hebe bila werin. Em li benda we ne. Ez hêvî dikim ku kurê min bihêlin û em herin malê. Dewlet tune, edalet tune. Ev 6 sal in ez li ber van deriyan rûniştim, lê tenê zilmê li me dikin. Ev edalet çawa ye? Bes e. Ez bang li gel û parêzeran dikim ku roja Înê ji her derê bên dadgehê."

Sevînç Çakir a ku di bin bandora Emîne Şenyaşar de ma û ji bo kurê xwe yê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin hat Wezareta Dadê, çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 41’emîn de berdewam kir. Çakir got: “Yê ku 15’ê Tîrmehê kiriye, bila mûebbetê bigreheta hetayê di girtîgehê de ye. Kurê min bêguneh e, ti kiryarên sûc nekirine.” 

Piştî nobedê dayik Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.