Emîne Şenyaşar 342 roj in ji bo "Edaletê" diqîre
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 342 roj in têkoşîna “edaletê” didin, gotin: "Ger zilm rewa be, li dijî zilmê jî berxwedan maf e.”
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 342’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê edliye girtiyê, malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.
“Li dijî zilmê berxwedan maf e”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê hesabên Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî etîket kir û ev parvekirin kir: “Li Rihayê hêj edalet di bin erdê de ye. Dozger dibêjin, ‘tiştek di destê me de nîne’, Wezîrê Dadê jî dibêje , ‘tenê xemgîn im’. Ger zilm rewa be, li dijî zilmê jî berxwedan maf e.”