Nobeta edaletê di roja 405’an de ye
Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 405 roj in berdewam dike.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 405’an de ye. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê îro çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê Walîtiya Rihayê etîket kir û ev parvekirin kir: “Gelo heke komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin li bajarekê din bihata kirin, dîsa dê dozger bi heman rengî tevbigeriyan? Kesên ku êrişî ambûlansan kirin û birîndar li ser sedyeyê înfaz kiribûn, hêj jî tên parastin. Qanûn, li Rihayê di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê.”