Emîna Osê: Bi peymana 29’ê Çileyê nikarin dawî li doza Kurd û jinan bînin

Endama Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîna Osê diyar kir ku peymana 29’ê Çileyê doza Kurd û ya jinan bi dawî nake û destnîşan kir ku cihgirtina jinan di avakirina Sûriyeya nû de stratejiyeke sereke ye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di demeke ku Sûriye di pêvajoyeke guherîn û veguherînê re derbas dibe de, heta niha maf û hebûna jinan nehatiye naskirin û ji bo wan gavên taybet nehatine avêtin, lê jin weke her demê di nava têkoşîn û rêwîtiya xwe ya dîrokî de ne. Her wiha ji bo misogerkirina mafên xwe yên destûrî û yasayî di nava hewldanan de ne.

Her çiqasî em behsa pêvejoyeke entegrasyonê li Sûriyeyê dikin jî; yek ji dozên ku hê jî nîqaşên berfireh li ser tên kirin doza jinan e. Her çendî di nava salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan roleke girîng di aliyên siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û rêxistinî de girtibin ser xwe jî; mijarên girêdayî tevgerên jinan û artêşbûna jinan di nava Wezareta Parastina Sûriyeyê de tên nîqaşkirin.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîna Osê têkildarî peymana 29’ê Çileyê û entegrasyona heyî, jinên Kurd ji bo xwe û jinên Sûriyeyê giştî çi difikirin û stratejiya wan a demên pêş çi ye, ji ajansa me re axivî.

‘Tu vîzyonek eşkere tune ye’

Emîna Osê got ku peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD û hikûmeta demkî de li ser bingeha entegrasyona leşkerî, rêveberî û siyasî pir giran rêve diçe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di nêrînan de cuda fêmkirin heye. Pîvanên bingehîn ên ku Sûriyeyê ber bi guhertinên cidî ve bibin jî ne diyar in. Mînak; wê çawa Sûriyeya pirreng, pir netew, pir çand, pir ol were nasîn û bikaribe vê rastiyê bipejirînê, da ku her kesê/î di nava xwe de bigre. Ji navendîbûnek hişk wê çawa Sûriye bikaribe têgeha hemwelatiyên wekhev li ser bingeha hevkarî û hevbeşiyê bimeşe. Dê nasname û pêşeroja Sûriyeyê çi be, hê der barê van mijaran de tu vîzyonek eşkere tune ye. Ji lewre rêxistin û tevgerên jinan di serî de Kongra Star bi bertek in.”

‘Beşdariya jinan a di siyasetê de divê ne ji ber zextan ji ber baweriyê be’

Emîna Osê sedema nerehetiya tevgerên jinan û giştî li Sûriyeyê wiha anî ziman: “Ji ber hê ne diyar e ku wê nasnameya wan di Sûriyeyê de çawa be, heta çawaniya destgirtina rast ji pêşeroj, enerjî û têkoşîna jinan a bi salan li dijî rejîma Baas û zilma heyî, ne diyar e ku wê çiqas maf û zagonên jinan jî li pêş bin. Lewma tu vîzyonek tune ye ku dilê jinan bi aram bike, aramiyê bide ku ew jin parastî ne û xwedî mafê hemwelatîbûnê ne di vî welatî de, dikarin pê beşdarî siyasetê û avakirina Sûriyeyê bibin. Ger hinek jin di hikûmeta demkî de hebin jî sedema wê zexta hêzên navneteweyî û raya giştî ya Sûriyeyê ye lê ya herî girîng ji bo me baweriya Sûriyeyê ya bi jinan e ku bibîne ew di avakirin û beşdariya siyasî de aktîf in.”

‘Nediviyabû bibe mijara danûstandin û bazarê’

Emîna di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser entegreya YPJ’ê û got ku ev yek ji zehmetiyên rêveçûna entegrasyonê ye û wiha pê de çû: “Eger hêzek bi salan li dijî terorê şer kiribe û ezmûnek wê ya mezin a şer û leşkeriyê çêbûbe, pêkhateyek sereke di QSD’ê de cih digre, hê rewşa wê tê goftûgokirin, ev peyamek bo me hemû jinan e. Nîşan dide ku hikûmet cuda li meseleya jinan dinêre. Ji ber negirtina vê hêzê wekî ezmûn û tecrubeyek ji bo artêşê û Sûriyeyê bi tevahî fikaran çêdike. Her çiqas ev mesele hê tê guftûgokirin jî nediviyabû bibe mijara danûstandin û bazarê li beramberî fedekariya ku YPJ’ê raber kiriye.”

‘Bi entegrasona rêveberî leşkerî û siyasî doza Kurdî bi dawî nabe’

Emîna Osê destnîşanî hişmendiya li hemberî gelê Kurd kir û got ku ew aqilê, gelê Kurd gelek ê resen, xwedî maf, nasname û taybetmendî dibîne hê li Sûriyeyê peyda nebûye û wiha pêl da gotinên xwe: “Nêzikatiyên hikûmetê di warê leşkerî, siyasî û rêveberî de hene û erênî ne lê ev ne peymanek e bi entegrebûna di navbera hikûmet û Kurdan de bimeşe û wisa doza gelê Kurd were destgirtin e. Doza gelê Kurd bi entegreya di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê çareser nebû, em nikarin bibêjin her tişt jî çareser bûye. Ji ber ku ev entegreyek rêveberî, siyasî, leşkerî ye, ev jî nayê wateya ku doza Kurd bi awayekî giştî hatiye çareserkirin.”

Yên ku divê hikûmet bike ev in:

Emîna Osê gavên ku divê hikûmeta demkî di warê doza gelê Kurd de bavêje wiha rêz kir: “Doza Kurd di bingehê de naskirina neteweya Kurd weke neteweya duyemîn di vî welatî de ye û mafê wê yê hevkariya bi hikûmetê re heye. Destûra Sûriyeyê di pêşerojê de divê nas bike ku gelê Kurd gelê duyem e di Sûriyeyê de, mafên gelê Kurd pir bi eşkereyî di destûrê de were nivîsandin û biryarnameya hejmar (13) were berfirehkirin. Lê ger binêrin ku wan doza gelê Kurd bi mantiqê ewlehî çareser kiriye, xapandinek bi xwe re tîne û wê careke din bibe sedem ku nehêle aramî çêbibe. Entegrasyon mijareke cudayî çareserkirina doza Kurd e. Divê ku bi lêvegera Kurd re nîqaşa vê were kirin, bi entegrebûna leşkerî, siyasî û rêveberî re doza Kurd bi dawî nabe.”

‘Ji bo ku jin di asta duyemîn de neyên dîtin bi jinên Kurd re divê jinên din jî têbikoşin’

Emîna Osê di berdewama axaftina xwe de got ku weke jin dozeke wan a sereke heye û wiha bilêv kir: “Prensîba wekhevî û beşdarbûna jinan astengî û hişmendiya heyî ku jinan dûr dixe û jê bê bawer e her wiha di asta duyemîn de destgirtin û gelek caran wê weke endamek aktîf û jêhatî nedîtin hê bandora wê heye. Ev ne tenê têkoşîna jinên Kurd dixwaze, pêdivî bi têkoşîna giştî jinên Sûriyeyê heye ku li dijî vê hişmendiyê xwedî stratejî û nêrîn bin. Her wiha girîng e ku jin hemû zagonên hemwelatîbûnê nas bikin, aktîf tevbigerin û bişopînin. Her wiha bikaribin xwe ferz bikin û bi hêza xwe çarenûsa xwe di zagonên ku derkevin de binivîsînin.”

‘Stratejiya jinan û piştgiriya parlamanterên jin’

Emîna Osê qala stratejiya ku divê jin ava bikin kir û wiha domand: “Stratejiyek bo me jinan di şopandina zagonan, bi jinên Sûriyeyê re bibin dengekî bilind ku bikaribin di zagonên pêş de cih bigrin û di nivîsandina zagonên mafên jinan diparêzin de hebin, pêwîst e. Girîng e ku em bi yek deng û helwestê li hemberî nêzikatiyên çewt ên li dijî doza jinan derkevin. Ji lewre divê em hemû rêxistin û tevgerên jinan ji jinên di parlamantoya Sûriyeyê de û ji dengê wan re palpişt û piştgirî bin jî. Heta ku rêxistinên jin ji wan re nebin piştgir, wê helwestên jinan di saziyên din de jî helwestên ferdî bimînin ku wê nikaribin pê guhertinê çêbikin. Bi vê stratejiyê em ê bikaribin Sûriyeya nû ava bikin.”

‘Pêwîst e hemû parzêgehên Sûriyeyê ji çalakî û têkoşîna jinan re vekirî bin’

Emîna Osê têkoşîna Kongra Star bi bîr xist û got ku wê çawa di nava pêvajoya entegrasyon û guhertina li Sûriyeyê de xwe birêve bibe wiha anî ziman: “Kongra Star bi salan ji bo maf û doza jinan têkoşiyaye. Pêwîst e ji vê tecrubeyê sûd bigre. Divê tecrubeyê bike bingehek sereke ji maf û doza jinên Sûriyeyê re. Kongra Star jî ji hevalbendiya demokratîk a jinan re vekirî ye. Ji bo piştgirîdayîna doza jinan li her welatî çalakiyên me yên hevbeş hene. Her wiha têkildarî ragihandina xebatên hevbeş û piştgirîdayîna hev, bi rêxistinên jinên Sûriyeyê re danûstandinek me heye. Ji lewre divê hemû qadên parêzgehên Sûriyeyê ji çalakî û têkoşîna jinan re vekirî bin.”

‘Di stratejiyên Kongra Star de stratejiya jinên Kurd derdikeve pêş’

Emîna Osê bal kişand ser stratejiya rêxistina Kongra Star a di dema pêş de û wiha anî ziman: “Kongra Star ji bo guhertin û veguhertinê xebateke cidî û girîng dimeşîne. Di kongreya xwe ya 10’emîn de wê pêkhateya xwe ya rêxistinî ji nû ve ava bike. Niha bi jinên civakê û rêxistinên jinan re nîqaş dike ka wê ji niha û şûnde û di pêşerojê de stratejiya me çawa be. Di heman demê de bi jinên Sûriyeyê re jî nîqaş li ser pirsa; em ê çawa di hundirê Sûriyeyê de tevbigerin, tê kirin. Xebata herî girîng û stratejîk ew e ku weke jinên Kurd em pergala xwe ava bikin, stratejî û siyaseta xwe diyar bikin. Em çawa bi jinên Sûriyeyî re bibin hêza guherîn û veguherînê.”

‘Ji bo têkoşîna jinan piştgiriyeke herêmî û navneteweyî tê dayîn’

Emîne Osê diyar kir ku mijara jinan li Sûriyeyê rastî piştgiriyek herêmî, navneteweyî ya mezin tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hişmendiya ku jinan biçûk û di sînorê malê de dibîne heye lê ya sereke îro hewldan ji aliyê rêxistinên jin, jinên di saziyên dewletê de cih girtine hene. Di heman wextê de jî piştgiriyek herêmî û navneteweyî ji bo van hewldanan jî heye. Ev têkoşîn bawerî dide me, rêxistinên jin û piştgiriya jinan ji derve bi hev re em ê bikaribin hişmendiya neqebûlkirina jinan ji holê rakin. Ji qebûlkirin û dûrxistinê zêdetir a sereke ew e ku divê jin bizanibin çawa beşdar bibin û biguherînin. Ger îradeya jinan ya 14 salan li beramberî ewqas zehmetiyan mezin bûye xwedî hêz û îradeya guherînê, dikare li hember vê hişmendiyê jî raweste, mekanîzmeyên xwe yên guhertin û veguhertinê bi cih bîne.”