Emîna Kakabawa li dijî endamtiya NATO’yê ya Siwêdê helwest nîşan da

Di 28’ê Hezîranê de Tirkiyê ji bo endamtiya NATO’yê ya Siwêd û Finlandiyayê merc diyar kir û Amîneh Kakabaveh li dijî biryara wezîrê derve yê Siwêde An Lîndo derket û helwesta xwe nîşan da.

Navenda Nûçeyan- Di 28’ê Hezîranê de li paytexta Îspanya Madrîdê serokê NATO’yê Jens Stoltenberg û serokê Finlandiyayê Sauli Niinistö, serokwezîrê Siwêdê Magdalena Andersson û serokomarê tirk Tayîp Erdogan li hev civiyan û li ser endambûna NATO’yê ya Siwêd û Finlandiyê li hev civiyan. Ev jî di demek wisa de ye ku Tirkiye divê were îqnakirin ku rê bide Siwêd û Fînlandiyayê bibin endamê NATO’yê mercê razîbûnê ye sereke firotina çekan ji bo Tirkiye da ku li dijî Kurdan di bin navê de terorê de bikar bîne.

“Siwêdê xwe radestî daxwazên Tirkiyeyê kiriye”

Piştî lihevkirinê parlamentera Kurd a serbixwe li parlamentoya Siwêd Amina Kakabawa li ser tora xwe fermî ya civakî di facebookê de nivîsek belav kir û diyar kir ku Siwêd û Fînlandiyayê li hemberî endamtiya NATO’yê mercên Tirkiyeyê pejirandine û wiha nivîsand: “Siwêdê xwe radestî daxwazên Tirkiyeyê kiriye û rê dide ku siyaseta ji derve Siwêdê kontrol bike. Di demek ku dewleta tirk dewleteke dîktatorî ya Îslamê ye û rê nade mafên mirovan û bi riya destdirêjiya serbaziya ne zagonî û dagirkirina Sûriyeyê zagona navdewletî binpê kiriye.”

Parlamentera Kurd a serbixwe Amina Kakabawa daxwaz ji wezareta derve kir ku hûrgiliyên wê lihevkirinê aşkere bike û li dijî endambûna Siwêdê ya NATO’yê helwesta xwe diyar kir û di kanal Çar a Siwêdê de wiha got: “Derbarê vê pirsê de min pêşniyar ji wezîrê karên derve yê Siwêdê Anna Linde kir, berê jî Amina Kakabawa projeya zagona butçeyê ku têkilî bi Tirkiyeyê re hebe nepejirand.”

Di hevdîtinekê de Amina Kakabawa diyar kir ku dewleta tirk bi hemû awayan li dijî gelê Kurd e û bi çekên NATO’yê êrîş dike û rê nade ku gelê kurd bigihîje azadiya xwe, Amerîka û Awropayê tu alîkariya Kurdan nake.